Muhemmed Elî di sala 1949an de li gundê Karêzeyê Xalxalanê yê ser bi nahiya Şwan a parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1980yî rû kiriye parêzgeha Kerkûkê û li taxa Rehimawa niştecî bûye, Muhemmed Elî xêzandar bûye û navê hevjîna wî Cewahîr Kerîm bûye û herwiha xwediyê pênc kur û pênc keçan bûye. 

Sala 1986an peywendî bi Şoreşa Gulanê dike û dibe Pêşmergeyê Hêza Xalxalanê ya ser bi Lîjneya sêyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi fermandariya Çetoyê Mela Reşîd. Beşdarî çalakiyên partîzanî yên wê deverê bûye, lewma di sala 1987an de pileya serpelî di hêza xwe de wergirtiye. 

Di 19ê adara 1991ê de li gel desteyek hevsengerên xwe çûne nav bajarê Kerkûkê ji bo amadekarî û nêzîkbûna li baregehên rejîma Beis, êrîş birine ser Merkez Şebabê yê wê demê yê parêzgeha Kerkûkê, lê paşve vekişiyane ji bo baştir xwe amadekirinê, li goristana taxa Rehimawa ji aliyê hêzeke mezin a rejîma Beis ve hatine dorpêçkirin û piştî rûbirûbûnê Muhemmed Elî şehîd bûye.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.