Şehîd Muhemmed Elî Husên nasnavê wî Heme Çalawî ye, sala 1939an li gundê Çalawî yê ser bi nahiyeya Surdaş a qezaya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, zewicî nebûye. 

Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di mefrezeya Mela Resûl de ku ser bi serkirdetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, bûye Pêşmerge. Di Şoreşa Eylûlê de beşdarî girtina bingehê polîsê Gapîlon, şerê Tegeran, şerê Pêncwên û şerê Nalparêz bûye.

Di 24ê Gulanê 1962an de hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê êrîş kirine bo azadkirina qezaya Pêncwênê, lê ji ber zêdebûna rêjeya serbazên Artêşa Iraqê, êrîşa yekem bi ser neket û hêzeke din a serbazî ya Iraqê bo piştgiriya Pêncwênê ketine rê, Mela Resûl û hêza wî diçin Nalparêzê bo rêgirtin li gihîştina wan bo nava bajarê Pêncwênê, serbazên piştgirkên Iraqê li Nalparêzê ketine kemîna hêza Mela Resûl, piştî rûbirûbûneke dijwar di navbera wan de hêza serbazî ya Artêşa Iraqê şikestiye, di encama vê rûbirûbûnê de Heme Çalawî Şehîd bûne û hemdem ligel wî sê hevsengerên din bi navên Mela Resûl, Sidîq Nawşwanî û Ehmed Şedelê Şehîd bûne.  

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.