Şehîd Mistefa Hacî Ebdulla Beg Melaezîz, naskirî bi Mistefa Beg Feqiyanî, sala 1939 li gundê Feqiyanî ser bi qezaya Rewandiz parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye û xwediyê sê kur û sê keçan bûye, di 8ê tebaxa 1974an de bi sedema topbarana Artêşa Iraqê bo ser baregeha Hêzên Pêşmerge li havîngeha Bêxal Şehîd bûne.

Sala 1956 çûye xizmeta serbazî li bajarê Mûsilê û heta sala 1958an berdewam bûye, beşdarî di hilgerîna Şewaf kiriye, sala 1965 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û li Hêza Balek bi fermandeyiya Mela Emîn Barzanî bûye Pêşmerge, pileya serdesteyê wergirtiye, şarezayî di bikaranîna hemû cure çekan de hebûye. 

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.