Mihemedemîn Ezîz Husên nasraw bi (Mam Hemze), di sala 1927 li gundê Gerdîmawan ser bi navçeya Zeraretî ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye û di Şoreşa Eylûlê pileya serleq bûye.
Sala 1959 peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye.
Sala 1961 ligel hilgirsiya Şoreşa Eylûlê beşdarî tê de kiriye. Di piraniya şer û neberdiyên Şoreşa Eylûlê beşdarî kiriye.
Sala 1975 bi mebesta serdana yek ji birayên xwe bi navê Sidîq Ezîz ku birîndarê şer bû û li yek ji nexweşxaneyên parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bû rû li welatê Îranê kir û dûre bi sedema rêkeftinnameya Cezayîrê nekarî vegere Kurdistanê.
Sala 1976 vegeriyaye nav rêza şoreşê û peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye û berdewamî bi xebatê daye.
Rêkefta 27ê çiriya paşîn a sala 1978 piştî şerekî qehremanane li derdora Bêxme li gundê Mekirdan, piştî temambûna fîşekên çekê xwe ligel Pêşmergeyekî din bi navê (Seyîd Seîd Ehmed) dawî gulleyên çekên xwe ji bo xwe ve anîn û xwe şehîd kirin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





