Şehîd Mihemed Mehmûd Şahîn di sala 1950î de li gundê Gulîjge ya ser bi şarokeya Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xwedî malbat bûye. Sala 1964an peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike. Sala 1966an di batalyona Hacî Bêrox ya ser bi hêza Balek dibe Pêşmerge, di Şoreşa Eylûlê beşdarî şerên Gerûyê Umer Axa, Bersirîn, Goşîne, Çiyayê Pîrs, Spîlk, Kelekîn, Sertîz, Gerûyê Bêşe, Hesen Beg, Zozik û Gorêz kiriye.
Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, li urdûgaya Cehromê niştecî bûye, sala 1979an tê veguhastin bo urdûgaya Zêwe. Her di wê salê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike, beşdarî şerên Serdeşt, Berdepan, Qendîl, Hacî Umeran dike, sala 1988an di dastana Xwakorkê beşdarî dike û di wî şerî de ber çekê kîmyayî dikeve.
Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê dijî rejîma Beis dike û beşdarî azadkirina Çoman, Gelale, Sîdekan, Rewandiz dibe û beşdarî şerên Korê, Hewlêr, Quştepe û Behrke kiriye, paşê di şerên parastina serweriya yasayê li Sîdekan, Xnêre, Lolên, Xwakorkê beşdarî kiriye, di sala 1998an de ji ber şiyan û jêhatîbûna xwe, hatiye kirin fermandeyê batalyona 1ê ya hêza 5ê ya artêşa 7ê ya Şeqlawe ku Mûsa Gerdî fermandeyê artêşê bûye û di heman salê de di roja 19ê hezîranê, di şerê parastina serweriya yasayê li Hacî Umeran li çiyayê Berdenaz bi giranî birîndar dibe, di roja 18ê çiriya pêşîna 1998an de li mihwerê Hacî Umeran di şerê parastina serweriya yasayê de bi destê çekdarên PKKê Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




