Şehîd Mihemed Hesen Hemedemîn Elî, di sala 1943'an de li gundê Melekanê yê girêdayî qezaya Xelîfanê (îro), parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû. Nexwende bû û malbatdar bû.
Di sala 1991'an de, piştî serhildana gelî ya Kurdistanê, bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re têkilî danî; di sala 1995'an de li tabûra Zirar Melekî ya girêdayî artêşa 5'an a Spîlkê bû Pêşmerge û beşdarî şerên herêma Soranê bû. Di roja 27'ê Tebaxa 1995'an de li şerê navxweyî li Kepkê Hemed Axa (Çiyayê Benî Herîr) hate kuştin.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




