Mihemed Hesen Selîm Ehmed, bi navê Mihemed Hesen Bacilûrî tê naskirin, sala 1933an li Bacilûrê ya girêdayî parêzgeha Dihokê ji dayik bûye; heta pola şeşan a seretayî xwendiye. Piştî têkçûna Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de reviya Îranê; ji zimanê dayikê re, bi erebî û farsî jî dizanî.

Di sala 1961an de beşdarî Hêzên Pêşmergeyan di nav Hêza Elî Xelîl de bû. Ji ber wêrekî û jîrîya wî, wekî fermandarê tabûra çaremîn a Hêza Dihokê hatiye tayînkirin. Di sala 1976an de beşdarî kursa topxaneyê bû, di gelek şeran de li dijî hêzên dagirker ên Iraqê beşdar bû; di sala 1968an de li şerê Çiyayê Pîr Omerê li Dihokê beşdar bû û birîndar bû. Di 26ê Çiriya paşîn a sala 1983an de li şerê Şino şehîd bû.

Çavkanî:

Arşîva heyeta ensîklopediya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê