Mecîd Mîto Ehmed, sala 1959an li gundê Stûnî ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li kampên Zêwe nîştecih bûye. Sala 1991an piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Sardawê ya qezaya Mêrgesor nîştecih bûye. 

Sala 1979an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li hêza Aware bi fermandariya Zeynel Ehmed bûye Pêşmerge, sala 1985an birîndar bûye û bo çareseriyê tê veguhastin bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Esfehanê.
Sala 1992an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û li artêşa Barzan bûye Pêşmerge, sala 1996an bûye amir seriye.

Sala 1997an li navçeya Deriya Pelê li Qopî Şehîda li devera Barzan ji aliyê çekdarên pkk Şehîd hatiye kirin û li goristana gundê Sardawê bi axê hatiye spartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.