Mansûr Şerîf Ebdullah di sala 1946an de li gundê Dergaşêxanê yê ser bi nahiya Bîare, devera Hewraman, ji dayik bûye; gundî bûye û mijûlê baxçevaniyê bûye.

Di sala 1964an de li refa Mistefa Keçel bûye Pêşmerge, ku ser bi hêza Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, û baregaya wan li gundê Enabî yê nêzîkî bajarê Helebceyê bû. Beşdarî şerê Derbendîxanê, şerê Çiyayê Zimnakoyê û şerê Çiyayê Zozikê kiriye.

Di sala 1974an de, di dema rûbirûbûna bi artêşa rejîma wê demê ya Iraqê li Çiyayê Zozikê, ji ber topbarana topxaneyên Artêşa Iraqê li ser singên Pêşmergeyan, Mansûr Şerîf Ebdullah Şehîd bû.

Çavkanî:

Arşîva desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.