Şehîd Mamend Xezalî Êdlbî, sala 1939an li gundê Êdlbî ya ser bi nahiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye. Sala 1983an awareyê ser sînorê welatê Tirkiyeyê bûye, piştre awareyê welatê Îranê bûye û li kampên Zêweyê niştecî bûye. Sala 1992an piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye. Sala 1976an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1979an peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Sala 1991ê beşdarî raperîna Kurdistanê kiriye. Sala 1992an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di Lîwaya 103ê ya Fewcê 3ê ya Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge. Di 28ê tebaxa 1995an de di êrîşa çekdarên PKKê bo ser Hêzên Pêşmerge li gundê Lîrê ya nahiya Şêrwan Mezin birîndar bûye û di 12ê îlona 1995an de Şehîd bûye û li goristana Barzaniyan li bajarê Soranê bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




