Mamend Sultan Mehmûd, di sala 1941an de li gundê Balekiyan ê bajaroka Diyanayê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundî bû û bi karê heywandariyê ve mijûl bû; nexwendewar bû û jiyana hevjîniyê ava kiribû.

Di sala 1963an de têkiliya xwe bi Şoreşa Eylûlê re danî û bi fermandeyê Erîf Yasîn re bû Pêşmerge. Beşdarî şerên Zozik, Gorez û Hendrîn bû; di sala 1966an de di şerê Çiyayê Hendrînê de ji aliyê rejîma Iraqê ve bi guleyan şehîd bû.  

Çavkanî:

1. Arşîva beşa Ensîklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.