Şehîd Mîro Hemo Silêman, di sala 1960an de li Pîrmem, girêdayî qezaya Şaqlawayê ya parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bû. Nexwende bû û zewac kiribû.
Di sala 1991an de tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû. Di sala 1995an de li artêşa Sidêkan bû Pêşmerge û li şerên parastina serweriya qanûnê li devera Sidêkan beşdar bû. Di roja 7ê Çiriya paşîn a sala 1997an de, li şerê parastina serweriya qanûnê li Sidêkan, ji aliyê çekdarên PKK ve şehîd bû.
Çavkanî:1- Arşîva desteya Ensklopediyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




