Di havîna sala 1963an de hikûmeta Iraqê bi serokatiya Ebdulselam Arif êrîşeke berfireh anî ser Kurdistanê. Ji stasyona Bexda daxuyaniyek da ku tê de red kir ku bi serkirdeyên şoreşa Kurd re danûstandinan bike û biryar da ku şerê xwînî li dijî Kurdan ji nû ve dest pê bike. Dûre dest bi êrîşkirina bajaran, bajarokan û gundan kirin û li hemû deverên ku rastî êrîşên serbazî hatibûn, dest bi girtin, şopandin û tepeserkirina xelkê kirin. Be'siyan bawer dikirin ku rejîma Ebdulkerîm Qasim beriya wan bi ciddî şerê Kurdan nekiriye û ew dikarin di demek kurt de şoreşa Kurd têk bibin. Ev yek nîşan dide ku Ebdulselam Arif qet baweriya xwe bi doza Kurd li Îraqê neanîye û ev yek di gotarên wî de jî xuya bû ku wî Kurd nas nekirine û peyva Kurdistanê bi kar neanîye.

Berî destpêkirina şer di 20ê Gulanê 1963an de, fermana serbazî ya giştî ji bo ferzkirina dorpêça aborî li ser Kurdistanê hat derxistin. Bi destpêkirina şer di 10ê Hezîranê de, li gelek cihan tawanên giran û dûr ji nirxên exlaqî û mirovî hatin kirin. Eşkere ye ku di vê heyamê de, bajarê Silêmaniyê ji bajarên din ên Kurdistanê zêdetir ketiye bin zilm û zordariya Artêşa Iraqê. Her gava Hêzên Pêşmerge êrîşî karwanên artêşê dikirin, artêş dihat û hêrsa xwe li ser xelkê Silêmaniyê dirijand. Ji kiryarên tundûtûjî û hovîtiyê, bûyera Silêmaniyê ye ku ji aliyê fermandey Sediq Mistefa, fermandeyê lîwaya bîstan ve hat ferman kirin, yê ku wekî lîwaya herî hov di dîroka Îraqê de dihat naskirin û di xwîna bi hezaran ciwanan de destê wî hebû. Bajarê Silêmaniyê bû qada şer di dilê dijminan de. 5000 sivîl li bajêr girtin û (86) kes ji wan hatin hilbijartin û bi saxî hatin veşartin. Tawana wan a tenê ew bû ku Be'siyan wêneyê rêberê şoreşgerê Kurd Mistefa Barzanî anîn ber girseyê û ferman dan wan ku heqaretê lê bikin. Lê wan red kir ku vê yekê qebûl bikin, yek ji girtiyan bersiv da: Eger hûn amade ne heqaretê li serokê xwe bikin, em ê guh bidin we. Ji ber vê yekê Be'siyan ew hemû qetil kirin.

Artêşa Iraqê li vê derê nesekinî, di payîza sala 1963an de êrîşeke serbazî anî ser rêzeçiyayên Ezmer ku pênc kîlometre dûrî Silêmaniyê ye. Bi piştevanîya tank, balafir û çekên giran êrîşî cihên Pêşmerge kirin. Hêzên Pêşmerge li eniya berevaniyê rûbirûyî wan bûn. Çekên wan (Brno, tivinga yanzdeh guleyî û çekê Bren) hebûn. Sibehê hêzên hikûmetê sê caran êrîşî cihên Pêşmerge kirin, lê berxwedana Pêşmerge ewqas bû ku karîbûn her sê êrîşan têk bibin û neçarî paşvekişandinê li binê çiya bikin, gelek term li qada şer hiştin.

 

Tevî ku têkçûna artêşê demekê aramî anî herêmê, lê artêş ji bo êrîşeke mezintir bi planeke bihêztir amade dibû. Ji aliyê din ve Hêzên Pêşmerge cihên xwe gelek baş rêxistin kirin û bi tundî rûbirûyî wan bûn û planên wan têk birin, êrîşa wan hat pûçkirin û ziyanên giran dîtin. Artêşa Iraqê li hember vê yekê ji şivan, karwan û bazirganên derdora Silêmaniyê tol hilda û ew hemû girtin û Şehîd bûne.

Di şerê Çiyayê Ezmer de ku mînakek ji rêzeşerên berevaniya welat e, êrîşên artêşa Be's gelek caran têk çûn û ziyanên giran dîtin. Tenê şehîdek di nava refên Pêşmerge de hat tomarkirin.

Çavkanî:

1- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr, 2007.

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga sêyem, beşa yekem, şoreşa Eylûlê 1961-1975, ç: yekem 2004.

3- Hawkar Kerîm Hemeşerîf, Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012.

4- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistan û şoreşa Eylûlê binyatnan û heltekandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.

5- Arî Kerîm, Çend lapereyek zindî li şoreşa Eylûlê da, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

6- Xoşewî Elî Kanîelinc, Bîrweriyên Ezîz Qazî Hemed Sûrçî, Çapxaneya Danîşfer, Hewlêr, 2023