Du rebayên leşkerî yên Artêşa Iraqê ku li Bawekraweyê ya piştî gundê Rayatê yê devera Balekayetiyê hatibûn bicihkirin, ji bo kontrolkirina navçeyê û parastina rêya sereke ya Çoman-Hacî Omeran, diyar e leşkerên wan her du rebayan helwest û muameleya wan li gel xelkê gund û karsaz û şivanan tund bû, bi berdewamî wan aciz dikirin heta ku kar gihîştibû wê astê ku gule berdidan şivan û gavan û kesên ku diçûn nav rez û baxên xwe, bi wê sedemê nedikarîn bi azadî bi kar û bar û debara jiyana xwe ya rojane rabin, diyar e dengê nerazîbûn û gilî û gazincên wan sînorê biçûk ê gundewarî derbas kir û gihîşt baregeha şoreşê, ku ew her du rebayên Artêşa Iraqê bi temamî bar û rewşa xelkê Rayatê bi taybetî şivanan têk dabûn ku nikarin bi azadî ajelên xwe li çêrgehên xwe biçêrînin û muameleya wan a xirab tengî bi wan re çêkiribû.

      Li gorî amajeya Elî Wista Hemid, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê û beşdarbûyê çalakiyê, di wê heyamê de baregeha her yek ji navçeya Balekî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi fermandariya Nejmedîn Goronî û herêma nehan a Balekî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi fermandariya Ehmed Feqê Reş li Gundejor bûn, di wê heyamê de hevalbendiyek di navbera her du partiyan de hebû di çarçoveya Bereya Cûd de, lewma bi hev re li hev kirin ku di çalakiyeke hevbeş de bersiva wê muameleya xirab a her du rebayan bidin û sînoran ji wan re deynin, ji bo vê jî biryar dan ku hêzeke Pêşmerge ya hevbeş pêk bînin û êrîşeke partîzanî ya nişkave bibin ser her du rebayan û dersê bidin wan ku êdî dev ji reftarên xwe yên neheq berdin û êdî gundiyan aciz nekin, heta ku bi azadî bi kar û bar û debara jiyana xwe rabin û metirsî li ser jiyana wan nemîne.

      Êvara rojeke bihara sala 1981ê ku saetek û nîv bo du saetan mabû bo rojavabûnê, hêza hevbeş a her du partiyan ku hejmara wan ji bîst Pêşmergeyan zêdetir bû, xwe nêzîkî her du rebayan kirin bi dûrahiya kêmtir ji yek kîlometreyî, Pêşmergeyan giyayê biharê yê cureyê kerkolê li xwe pêçan ji bo ku leşker wan ferq nekin bi wê bingehê ku êrîşa wan di rojeke ronî de bû, dema ku Pêşmerge gihîştin cihê diyarkirî li serê her du rebayan her yek li cihê xwe hatin bicihkirin, paşê di yek demê de bi hev re dest bi gulebaranê li her du rebayan kirin bi wan çekên ku di destê wan de bûn, bo dema nîv saetê her du rebayên leşkerî ketin ber rijandina guleyên Pêşmerge û nedikarîn bo çirkeyekê jî serê xwe derbixin, êdî Pêşmerge her yek li cihê xwe ku zinar bû xwe veşartin heta ku şev hat paşê dest bi vekişînê bo bingehên xwe li Gundejor kirin.

      Lê Artêşa Iraqê ku du leşkergeh li Derbend û Bawekraweyê hebûn, gava nûçe gihîşt wan ku Pêşmerge êrîş kiriye ser her du rebayan, ew aqar û dol û newalên wan topbaran kirin û bi doçkayan gulebaran kirin, her ji piştî êrîşa Pêşmerge ve artêşa rejîmê di topbaran û gulebarana doçkayan de berdewam bû heta ku şev hat, di encama vê de tenê yek Pêşmerge birîndar bû, lê li gorî zanyariyên ku gihîştin destê Pêşmerge ji aliyê xelkê navçeyê ve di her du rebayan de du serbaz hatin kuştin û sêyên din jî birîndar bûn. 

       Bê guman encamdana vî cureyî ji çalakiyan ji aliyekê ve dengvedaneke mezin li navçeyê hebû, ji bo hikûmetê û welatiyan jî ku şoreş hêz û şiyaneke bibandor heye bo lêdan û ziyan gihandina dezgehên leşkerî û ewlehiyê, ji aliyekê din ve bandoreke zêde hebû li ser tirs û tirsandina dezgehên leşkergehên hikûmetê ku divê ji niha û pê ve bi cureyeke din û bi aqilane muamele li gel welatiyan bikin, na dê rastî helwesteke ji wê metirsîdartir bên.   

   Çavkanî:

1- Hevpeyvîna Elî Wista Hemid Xelkanî, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, beşdarbûyê şer, rûniştvanê Soran, taxa Çemê Rêzan, 4ê gulana 2026an.