Sala 2003ê, Îraqê guherîneke mezin a siyasî bi xwe ve dît, piştî êrîşa welatên hevalbend, sîstema dîktatorî li Îraqê ket û desthilata demokratî ya federal şûna wê girt ku bi dehan salan bû gelên Îraqê ji bo wê têdikoşiyan. Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bi taybetî, roleke mezin di vê guherîna Îraqê de lîstin û mafê wan ê rewa bû ku bibin sûdmendên yekem ên van guherînan, bi wê yekê ku hemû mafên wan ên neteweyî di destûra nû ya Îraqê de bên çespandin, bi hewla bêwestan a serkirdatiya siyasî ya Kurd û Partiya Dêmokrata Kurdistanê, mafên destûrî yên gelê Kurd di destûra nû ya Îraqê de hatin çespandin û Herêma Kurdistanê ji herêmeke girtî ya dorpêçkirî ber bi herêmeke federal a demokratî ya vekirî li ser cîhanê gav avêt û piştre bû penageheke aram a hemû demokratxwazên ne tenê Îraqê, belkî hemû navçeyê.
Guherînên bilez ên piştî azadiya Îraqê, hemû partî û rêxistinên siyasî û cemawerî han dan ku ew jî bergê nû li xwe bikin û bi leza guherînan gav bavêjin, di nav wan de Partiya Dêmokrata Kurdistanê û rêxistinên wê yên cemawerî. Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê rasterast piştî azadiya Îraqê, anku piştî bihara sala 2003ê, bi lez bingeh û baregehên xwe li piraniya bajarên Îraqê, bi taybetî li Bexda û navçeyên sînorê madeya 140ê vekirin û xwe ji bo lidarxistina kongreya nû amade kir. Piştî civîna Lijneya Rêveber a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, biryar hat dayîn ku her çi zû ye kongreya yanzdehêm a rêxistinê bê lidarxistin û ji bo vê mebestê jî lijneya amadekar a kongreyê hat pêkanîn, piştî hemû amadekariyan û serkeftina endamên kongreyê, biryar hat dayîn ku kongre bo cara yekem li bajarê Dihokê bê lidarxistin1.
Lidarxistina kongreyê:Kongre, di rojên di navbera 30ê Tîrmehê heta 4ê Tebaxa 2004ê, li hola Koleja Çandinî ya Zanîngeha Dihokê, bi amadebûna 386 nûneran ji hemû rêxistinan, bi dirûşma (Zanist, Azadî, Pêşxistin) dest bi karên xwe kir2. Kongreyê, bi amadebûna Elî Şingalî nûnerê Serok Barzanî, Rêbwar Yelda berpirsê Mekteba Navendî ya Rêxistinên Pîşeyî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dest bi karên xwe kir û bo cara yekem jî nûnerên Bexda û Xaneqînê amadeyî kongreyê bûn3.
Di roja yekem a lidarxistina kongreyê de, çend lijne hatin pêkanîn û piştre bi dengdanê stafa nû ya Lijneya Rêveber hatin hilbijartin ku pêk hatibûn ji:
1- Serheng Zahir
2- Hoşmend Refet
3- Sidqî Mehmûd
4- Zêrevan Husên
5- Dilşad Şe'ban
6- Enes Eyûb
7- Me'az Ebdullah
8- Müşîr Mihemed
9- Karzan Sedredîn
10- Îmad Elî
11- Rehêl Hesen Sebrî
12- Hêmin Bacelan
13- Ce'fer
14- Tahir Mihemed Ehmed
15- Sirwe Salih Mistefa
16- Kawa Resûl Mihemed4.
Piştî hilbijartina endamên Lijneya Rêveber, amadekirin û pesendkirina raporta lijneyan, di dîroka 1ê Tebaxê de hilbijartin bo destnîşankirina sekreter û endamên sekreteriyetê dest pê kir û di encamê de sekreteriyeta nû bi vî awayî hat hilbijartin:
1- Berevan Hemdî- Sekreter
2- Lawend Osman- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
3- Kurdo Îhsan- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
4- Aryan Selahadîn Es'ed- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
5- Rênas Jano Mihemed nasraw bi Rênas Bamernî- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
6- Navser Nûrî- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
7- Fexredîn Mehdî Cercîs- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
8- Şêrwan Hito- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
9- Awat Karo- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
10- Hêmin Reşîd Zeydan- nasraw bi Hêmin Bacelan, Endamê Mekteba Sekreteriyetê
11- Merdan Xidir- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
12- Xemlan Mihemed Salih- Endamê Mekteba Sekreteriyetê
13- Senger Kanebî Hemesa- nasraw bi Senger Kanebî Gewre, Endamê Mekteba Sekreteriyetê
14- Yasîn Salih- Endamê yedeg ê Mekteba Sekreteriyetê5.
Peykerê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, di vê kongreyê de ji 16 liqan pêk dihat ku ev bûn: liqên Hewlêr, Zanîngeha Selahedîn, Zanîngeha Soran, Zanîngeha Dihokê, Mûsil, liqa Akrê, Zaxo, Zanîngeha Kerkûkê, Germiyan, Silêmanî, Zanîngeha Silêmaniyê, Helebce, Raperîn, Soran, Kerkûk û liqa Bexdayê6.
Çavkanî û pêrawez
1- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhilat-2012), l 174.
2- Ragihandina dawî ya kongreya yanzdehêm (Y.Q.K), rojnameya Rêwanîn, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, hejmar 11, Hewlêr, 11ê Cotmeha 2004ê, l 2.
3- Mûsa Ehmed, bi beşdariya 370 nûneran îro kongreya yanzdehêm a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dest pê dike, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 1517, Hewlêr, duşem, 2ê Tebaxa 2004ê, l 3.
4- Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, l 176.
5- Sîrwan Osman, Dîrokeke geş û karwaneke nebirî, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2014), l 50.
6- Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya berê, l l 176،178.





