Demê di navbera kongreya duyem û sêyem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de ku nêzîkî şeş salan kişand, guhertinên berçav di barûdoxê siyasî yê navxweyî yê Partî Dîmukratî Kurdistan û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi taybetî û Îraqê bi giştî de çêbûn. Ji girîngtirîn wan guhertinan, serketina şoreşa 14ê gelawêja sala 1958an, rûxandina rejîma padîşahî, avabûna desthilata komarî li Îraqê, vegera serok Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê û tomarkirina fermî ya Partî Dîmukratî Kurdistan wek partiyeke siyasî ya Kurd li Îraqê û destpêkirina qonaxa xebata eşkere ya rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû.
Serketina şoreşê li Îraqê, xebata partî û rêxistinî li welat û bi taybetî li navçeyên Kurdistanê bir qonaxeke nû ku bi qonaxa xebata eşkere tê naskirin. Di vê qonaxê de Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê wek yekane rêxistina tebeqeya xwendekaran li Kurdistanê bi lez dest bi vekirina lijne û şaxên xwe li piraniya navçeyan û berfirehkirina çalakiyên xwe kir1.
Piştî çend rojan ji serketina şoreşê, ji aliyê serkirdatiya Yekîtiya Xwendekaran ve biryar hat dayîn ku civîneke berfireh were lidarxistin. Civîn li cihê hewandina stasyona trênê ya Hewlêrê bi amadebûna beşeke herî mezin a serkirdatî û nûnerên bajarên Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û Rewandizê hat lidarxistin. Di encamê de, şêwaza xebata piştî şoreşê û çawaniya peywendiyên wan ligel rêxistina (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) biryar li ser hat dayîn2.
Piştî serketina şoreşê, peywendiya di navbera her du rêxistinên (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê) û (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) ber bi xirabiyê ve diçû. Rêxistina duyem, xwe di pêgeheke bihêztir de didît, ji ber ku rêxistin ji beşeke herî mezin a şîûîyan pêk hatibû û ji aliyê Ebdulkerîm Qasimê serokkomar ve piştgirî dihatin kirin. Ev rêxistin bêyî guhdan bi wan rêkeftinên berê yên ku ligel Yekîtiya Xwendekaran kiribûn, dest bi vekirina baregeha şax li bajarên Kurdistanê kir û şaxa xwe bi navê (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê), li bajarê Hewlêrê vekir. Xwendekarên şîûî bi tenê di meha tebaxa 1958an de lijneyek bi navê (Lijneya Bilind a Yekîtiya Xwendekarên Îraqê) ava kirin, ev lijne di meha çiriya paşîn a 1958an de ji aliyê dewletê ve destûra fermî wergirt. Ev yekem destûra fermî bû ku bi rêxistineke xwendekaran bihata dayîn û dîroka 4ê çiriya paşîn a 1958an wek roja lidarxistina hilbijartina xwendekaran li Îraqê hat destnîşankirin. Ew barûdoxa nû ya ku hatibû holê, rêxistina Yekîtiya Xwendekaran heta astekê neçar dikir ku beşdarî di wê hilbijartinê de bike, bi taybetî ku beşek ji mekteba siyasî ya partî ligel wê yekê bûn ku rêxistinên demokratîk ên Kurdî ligel rêxistinên demokratîk ên Erebî li Îraqê di bin sîbera Partiya Şîûî ya Îraqê de bibin yek3.
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi lîsteyek bi navê (Bereya Demokratî ya Yekgirtû) bi nûneratiya xwendekarên Kurd û Ereb û ligel Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê beşdarî di hilbijartinan de kir. Di encamê de beşeke herî mezin a nûnerên lîsteyê û bi taybetî nûnerên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li piraniya navçeyan serketin bi dest xistin, ev yek careke din giraniya û pêgeha Yekîtiya Xwendekaran li qada siyasî ya Îraqê derxist holê4.
Piştî lidarxistina hilbijartinan, di dîroka 16 heta 20ê sibata 1959an, Kongreya Giştî ya Xwendekaran li Bexdayê hat lidarxistin. Yekîtiya Xwendekaran wek nûnerê Partî Dîmukratî Kurdistan beşdarî tê de kir. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku her du rêxistinên (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê) û (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) bibin yek û rêxistineke nû ya hevbeş bi navê (Yekîtiya Xwendekarên Giştî ya Komara Îraqê) were avakirin, herwiha rêkeftin ku lijneyeke taybet bi karûbarên xwendekarên Kurdistanê were avakirin û rojnameyeke taybet bi xwe hebin bi navê (Xebata Xwendekaran)5.
Tevî derxistina biryarên Kongreya Giştî ya Xwendekaran, piştî derbasbûna demekê kêm peywendiya her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekaran û (Yekîtiya Xwendekarên Giştî ya Komara Îraqê), bi sedema hebûna bîrûraya siyasî ya cuda nakokî ket navbera wan. Her du aliyan hewl dan bi lidarxistina kongreya duyem nakokiyan çareser bikin, lê hewlan encameke wiha nebû. Di Kongreya Sêyem a (Yekîtiya Xwendekarên Giştî ya Komara Îraqê) de di dîroka 2ê kanûna duyem a 1960î de, şandeke Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê beşdarî kir û gelek mijarên ku bi pirsa Kurd ve girêdayî bûn hatin gotûbêjkirin. Di encama vê kongreyê de Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê amade bû nûnerê xwe ji bo sekreteriya (Yekîtiya Xwendekarên Giştî ya Komara Îraqê) bişîne û ji bo vê postê Kemal Muhyedîn hat destnîşankirin. Tevî hemû nakokî û pirsgirêkên navbera wan, peywendiyên her du rêxistinan berdewam bûn heta wê demê ku peywendiya navbera serkirdatiya Kurd û hikûmeta komarî ya Îraqê bi temamî têk çû û encama wê jî şoreşa 11ê îlona 1961ê jê ket6.
Peywendiya her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê bi temamî ber bi qutbûnê ve çû. Sala 1960î Kongreya Şeşem a Xwendekarên Cîhanê li Bexdayê hat lidarxistin, hikûmeta Îraqê û rêxistina Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê rê nedan Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ku beşdarî di wê kongreyê de bike, heta rê li ber şanda Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê jî girtin ku bên Bexdayê û di kongreyê de beşdarî bikin, ev ji bilî girtina yek li pey yek a baregehên Yekîtiya Xwendekaran li bajarên cuda yên Îraqê7.
Lidarxistina Kongreya SêyemPiştî bêhêvîbûna temamî ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ji avakirina rêxistineke giştî ya xwendekaran ku hemû mafên daxwazkirî yên xwendekarên Kurd tê de hatibin misoger kirin û bi yeksanî muamele ligel hemû aliyan bike û paşvekişandina Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê ji wan sozên ku bi dirêjahiya salên xebata hevbeş dabû Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û xwendekarên Kurd, herwiha têkçûna yekcarî ya peywendiyên siyasî yên navbera Partî Dîmukratî Kurdistan û hikûmeta Îraqê, rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi mebesta ji nû ve rêkxistina rêzên xwe û destkirawbûna xwe di piştgiriya hemû daxwazên gelê Kurd li Îraqê de, biryara lidarxistina Kongreya Sêyem a xwe da.
Piştî lidarxistina amadekariyan, kongre di meha adara 1961ê de li taxa (El-Kesra) ya bajarê Bexdayê, bi dirûşma (Bila cejna newroz bibe handerek le pênawî yekgirtinî xebatî xwendekarên Kurdistanê Îraq) hat lidarxistin û karên wê sê rojan kişand8.
Derbarê dîrok û cihê lidarxistina Kongreya sêyem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de, çend nêrînên cuda hene, ji wan, lidarxistina kongreyê di sala 1957an de li taxa (El-E'zemiyê) ya bajarê Bexdayê9. Herwiha dîroka 18ê adara 1961ê li bajarê Silêmaniyê10 an jî dîroka 19ê adarê dîsa li bajarê Silêmaniyê11.
Derbarê dîroka birêveçûna kongreyê de, belgeyeke wiha di dest de nîne ku amaje bi sala 1957an bike û li ser bixwe peyrew û bernameya sererastkirî ya kongreyê jî sala 1961ê hatiye nivîsandin12. Derbarê cihê birêveçûna kongreyê de jî nêrîn cuda ne ku li vir li gorî wan lêkolînên hatine kirin, bajarê Bexdayê rastir tê dîtin13.
Karên kongreyê sê rojan dom kir û di wê demê de barûdoxê siyasî û rewşenbîrî û barûdoxê xwendinê li navçeyên Kurdistanê hatin nirxandin û li ser wan gotûbêj hat kirin, di kongreyê de biryar hat dayîn ku peyrew û bername bên sererastkirin û piştî dengdana endaman, sekreter û sekreteriyeke nû ji bo rêxistinê hatin hilbijartin ku bi vî awayî bûn:
1- Serwer KakeHeme Derwêş, sekreter
2- Fuad Ehmed Baban
3- Heyder Hemze Xidir
4- Heme Çawşîn
5- Memun Debaẍ14.
Her di wê kongreyê de lijneyek jî ji bo birêvebirina karên xwendekaran hat avakirin ku endamên wê ev bûn:
1- Teyib Cebar Berwarî
2- Kemal Ebdulkerîm Zêdan
3- Muhemed Pêncwênî
4- Mistefa Pêşderî
5- Ezîz Salih
6- Cemîle Sabir Qadir, endamê yedeg15.
Piştî hilgirsiya şoreşa Îlonê û peywendîkirina endamên Yekîtiya Xwendekaran bi rêzên şoreşê ve, her yek ji Memûn Debax û Heme Çawşîn ên endamên sekreteriyê peywendî bi şoreşê re kirin, Serwer Kake Heme sekreterê Yekîtiya Xwendekaran sala 1962an jilayê dezgeha asayişa giştî ya hikûmeta Îraqêve hat girtin, ji bo tijîkirinaveya cihê betal ê sekreter, Heyder Hemze Xidir be sekreter destnîşankirî hat û heta lidarxistina kongreya çarem wek sekreter ma16.
Çavkanî û perawêz
1- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhilat-2012), r. 25.
2- Macid Hesen Elî, El-Herke El-Tullabiyye El-Kurdiyye fî El-Îraq (1926-1970), resala macîster/camîet El-Selahdîn fî Erbîl 2008, menşûrat Spîrêz, (Hewlêr- Metbe'et Hacî Haşim), s. 134.
3- Heman çavkanî, r. 135.
4- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê çend aliyên têkoşîn û dîrokê, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 1998), r. 15.
5- Macid Hesen Elî, Heman çavkanî, r. 137.
6- Heman çavkanî, r. 137-138.
7- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r. 16.
8- Kovara Gulan, Mîkî Gulan a Ragihandinê, hejmar 21, Hewlêr, 25 sibat 1998z, r. 43; Macid Hesen Elî, Heman çavkanî, r. 143.
9- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r. 14.
10- Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya pêşû, r. 29.
11- Ehmed Şerîf Lek, Şiroveya bûyerên dîrokîçend rûpelekjidîroka netewey ekê, bergê yekem, çapa duyem,(Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2019z), r. 104, 105.12- Destûra Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê - Îraq, Kongreya Sêyem, (bê cih - 1961z).13- Macid Hesen Elî, Heman çavkanî, r. 143.14- Erfan Ezîz Ezîz, çavkaniya pêşû, r. 30.15- Kemal E
bdulke
rîm Xeydan E
lrawî, Kovara Xe
batî Xwendekaran, organa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, hejmar85, (Hewlêr, çapxaneya Rojhilat, hezîrana 2009), r. 14.16- Macid Hesen Elî, Heman çavkanî, r. 145. 17-





