Damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê di dîroka 16ê tebaxa 1946an de û peywendîkirina tevahiya rêxistinên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi wê partiyê re, bizava şoreşgerî ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê bir qonaxeke nû. Di vê qonaxê de wek hestkirin bi girîngiya pêgeha tebeqeyên çalak û bandorker ên civakê û sûdwergirtin ji şiyanên wan, ji aliyê serkirdatiya partiyê ve hewl ji bo rêkxistina tebeqeyên cuda yên civakê hat dayîn, di nav wan de tebeqeya xwendekaran ku tebeqeyeke herî berfireh a rewşenbîr û bandorker a civakê pêk dianîn.
Her ji destpêka damezrandina xwe ve, Partiya Dêmokrata Kurdistanê wek tevahiya partî û rêxistinên din ên Îraqê, hewl da beşdarî di pirsên girîng ên welat de bike, ev yek zêdetir bi rêya tebeqeya xwendekaran bû ku ji endamên herî çalak ên partiyê bûn û beşdariyeke bandorker di bûyer û pêşhatên welat de hebûn, lê wê demê çalakî di çarçoveya Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê de dihatin encamdan ku bi temamî hejmûna şîûîyan li ser hebû, ligel wê jî di wê qonaxê de peywendiyeke baş di navbera xwendekarên Kurd ên nava partiyê û nava Partiya Şîûî ya Îraqê de hebû1.
Destpêka hewlên xwendekarên Kurd ji bo çêkirina rêxistineke taybet bi xwe ve ji bo sala xwendinê ya 1946-1947 vedigere, dema ku xwendekarên Kurd ên dibistana navendî ya Koyê, rêxistineke veşartî bi navê (Komeleya Pêşketina Xwendewarî) damezrandin, ev rêxistin ji damezrandina xwe ve xwediyê peyrew û bernameya taybet bi xwe nebû, ligel wê jî endamên xwe di çarçoveya şaneya 30 kesî de rêkxistibû2.
Sala 1948an, ji bo yekemcar li Îraqê, di kongreya (Sibaa) ya dîroka 14ê nîsanê de, biryara damezrandina rêxistineke xwendekaran bi navê (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) hat derxistin. Xwendekarên Kurd roleke mezin di serxistina vê kongreyê de lîstin û di wan 52 dibistanên hilbijartina nûnerên kongreyê lê hatin encamdan, li navçeyên Kurdî nûnerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo kongreyê serketin, ew bû biryar hat dayîn her di çarçoveya vê rêxistinê de lqa (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan-Îraq) bê vekirin ku taybet bû bi karûbarên xwendekarên Kurd3.
Damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê
Bi sedema wan guhertinên wê demê Îraq pê re derbas dibû, her dihat cudahiya armanc û îdeolojiyê, xwendekarên Kurd ji ên Îraqê cuda dikirin, heta wisa lê hat bi temamî bûn du rewên cuda ji hev û her yek ji wan hewl ji bo serxistina armancên taybet bi xwe dida, ev bûn sedema wê yekê serkirdatiya partiyê bi awayekî rjdetir bifikire li ser damezrandina rêxistineke xwendekaran a taybet bi Kurd di çarçoveya partiyê de û di kongreya sêyem a xwe de di dîroka 26ê kanûna paşîn a 1953an de di çarçoveya biryardan li ser damezrandina rêxistinên cemawerî, biryara damezrandina rêxistina (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan) da. Piştî derxistina biryara kongreyê, xwendekarên Kurd rastewxwe ketin xebatê û yekem kongreyaxwe di dîroka 18ê sibata 1953an de li bajarê Bexdayê bi awayekî veşartî encam da.
Kongre li mala (Ziyad Heme Aẍayê Koyê)* li nêzîkî navçeya (Bab el-Muazem), bi amadebûna pêncî nûneran ji kolêjên zanîngeha Bexdayê û bajarên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê hat encamdan û her yek ji Ehmed Ebdulla Amêdî, Celal Talebanî, Şemsedîn Mihemed Muftî, Hilmî Elî Şerîf, Heyder Hemedemîn, Mihemed Ferec, Xefûr Reşîd Aẍa û Fayiq Sebrî û çend xwendekarên din roleke mezin di serxistina kongreyê de lîstin5.
Kongre maweya du rojan xeyand û piştî gotûbêj û raguhertinê, biryar li ser damezrandina du lijneyan hat dayîn, yek ji wan ji bo hewarkirina bername û peyrewê navxwe û ya din jî ji bo derxistina belavokekê li ser sedem û girîngiya damezrandina rêxistinê. Dûre dengdan ji bo destnîşankirina serok, sekreter û endamên sekreteriyetê dest pê kir, di encama dengdanê de, Ehmed Ebdulla Amêdî wek yekem serok û Celal Talebanî wek sekreterê rêxistinê hatin hilbijartin, ji rûyê desthilatê ve, serok wek pileya remzî dihat dîtin û desthilatên biryardan û cîbicîkirinê zêdetir li cem sekreter û sekreteriyetê bûn6. Herçî endamên mekteba sekreteriyetê bûn ku hejmara wan heft endam bûn, bi vî awayê jêrê hatin hilbijartin:
1- Şemsedîn Mihemed Muftî
2- Fazil Seîd Aẍa
3- Umer Mistefa (Debabe)
4- Kemal Muhyedîn
5- Hilmî Elî Şerîf
6- Heyder Hemed Emîn
7- Xefûr Reşîd Aẍa.
Dûre lijneya bilind a (Mekteba Sekreteriyetê) Cemal Şalî wek berpirsê peywendiyên kolêjên zanîngeha Bexdayê destnîşan kir. Piştî temambûna kongreyê wek ewê biryar li ser hatibû dayîn namilkeyek bi zimanê erebî bi navnîşana (Ittihad al-Talaba Kurdistan limadha?) hat derxistin û belav bû, hewdem lqên yekîtiyê li piraniya bajaran wek Bexda, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Koyê, Rewandiz, Xaneqîn û Mûsilê hatin vekirin û kar û çalakî hatin berfirehkirin û pêşvebirin.
Piştî salekê kar kirin wek serokê rêxistinê, Ehmed Ebdulla Amêdî sala 1954an bi sedema derçûna wî ji peymangeha bilind a mamostayan û damezrandina wî wek mamosta, dest ji erka xwe kişand û Şemsedîn Mihemed Muftî li şûna wî hat kirin serokê rêxistina (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan).
Bi vî awayî kar û çalakiyên xwendekarên Kurd di çarçoveya rêxistineke taybet bi xwe ve ji (Yekîtiya Giştî ya Xwendekarên Îraqê) hat cudakirin û xwendekarên endam di rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, hewl û xebata xwe di çarçoveya rêxistina (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan) de ji bo serxistina bizava rewşenbîrî û şoreşgerî û xizmetkirina xwendekaran li Başûrê Kurdistanê bi awayekî xurtir xistin gerê.
Çavkanî û perawîz
1- Majid Hassan Ali, Al-Harakat al-Tullabiyya al-Kurdiyya fi al-Iraq (1926-1970), risalat majister/jamiat Salahaddin fi Arbil 2008, manshurat Spirez, (Hewlêr- matbaat Haji Hashim), s s 103-106.
2- Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-çapxaneya Rojhilat-2012), l 12; Majid Hassan Ali, Al-Masdar al-Sabiq, s 106.
3- Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya Îraqê- Lijneya Rewşenbîrî û Ragihandina Navendî ya Mekteba Sekreteriyetê, Xwendekarên Kurdistanê ji bo pêwîstiya bi hebûna rêxistineke taybet heye..., (Kanûna yekem a 1973), l 4; Majid Hassan Ali, Al-Masdar al-Sabiq, s 12,14.
4- Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê Kongre Konferans (Bername û peyrewê navxwe), bergi yekem, çapa yekem, (Hewlêr- çapxaneya Rojhilat- 2021), r. 74-75; Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya Îraqê- Komîteya Rewşenbîrî û Ragihandina Navendî ya Mekteba Sekreteriyetê, heman çavkanî, r. 6-8.
*- Celal Talebanî cihê lidarxistina yekem Kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, mala (Ebdulqadir Kake Ziyad Axa yê Koyî) li taxa Ezemiye dinivîse ku hevalê wî yê polê bûye. Selah Reşîd, Mam Celal dîdara temen ji lawîtiyê heta Koşka Komarî, beşa yekem, çapa duyem, (Silêmanî- Çapxaneya Karo- 2017), r. 65.
5- Macid Hesen Elî, heman çavkanî, r. 127.
6- Heman çavkanî, r. 127-128; Kovara Xebata Xwendekaran, di dîdareke taybet de Serok Talebanî hûrgiliyên damezrandina (Y.X.K) dixe rû, hejmar 109, (hezîrana 2012), r. 10.
7- Erfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r. 18.
8- Macid Hesen Elî, heman çavkanî, r. 128; di dîdareke taybet de Serok Talebanî hûrgiliyên damezrandina (Y.X.K) dixe rû, heman çavkanî, r. 10.
9- Macid Hesen Elî, heman çavkanî, r. 128; Erfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r. 18-19.





