Maweya di navbera kongreya sêyem û çarem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê de maweyeke dirêj derbas bû û di vê maweyê de çendîn bûyerên girîng rû dan ku bandor li ser rêxistinên Yekîtiya Afretan, Partî û heta başûrê Kurdistanê jî bi giştî hebû. Tiştê ku taybet be bi rêxistinên Yekîtiya Afretên Kurdistanê ve, hingê dikare were gotin ku çend bûyerên navxweyî yên rêxistinê hene ku bandor li ser guhertina peykertiya rêxistinê hebûye. Ji wan, civîna gundê (Xnêre) yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, di dîroka 24ê tebaxa 1986an de, di vê civînê de ji aliyê Yekîtiya Afretan ve daxuyaniyek hate belavkirin û tê de lîjneyeke nû ya serkirdatiyê bi vî şêweyî hatin destnîşankirin: Wezîre Pîrdawid Qadir, sekreter. Kurdistan Pîrdawid Qadir, endama sekreteriyetê ûraziye Hesen Xetab, endama mekteba sekreteriyetê1.

Dûre û piştî serkeftina raperîna başûrê Kurdistanê ya bihara sala 1991ê bi ser desthilata rejîma Beis de û bi mebesta destpêkirina çalakî û rêxistinkirinê li nav bajar, bajarok, komelgeh û gundên başûrê Kurdistanê, ji aliyê Yekîtiya Afretên Kurdistanê ve konferansa (Şehîd Leyla Qasim) di rojên 20 heta 22ê sibata 1992an de, bi dirûşma (Di pênavê aştiyê û azadiyê û yeksaniyê û dadperweriya civakî) li bajarê Hewlêrê hate encamdan2. Di vê konferansê de biryar hate dayîn, piştî du salan, kongreya çarem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê were lidarxistin3. Hevdem, ji aliyê nûnerên konferansê ve desteyeke nû ji bo lîjneya rapêrandinê hate hilbijartin ku pêk hatibûn ji:

1- Şîrîn Îbrahîm Fettah, nasraw bi Şîrîn Amêdî- sekreter

2- Kurdistan Pîrdawid Qadir- cîgira sekreter

3- Wezîre Pîrdawid Qadir- berpirsa rewşenbîrî û ragihandinê

4- Helîme Huseyn Mihemed, nasraw bi Helîme Barzanî- berpirsa darayî

5- Gulnam Mehmûd Mistefa- endam

6- Raziye Hesen Xetab- berpirsa karûbarên civakî

7- Kerîme Ebdulrezaq Huseyn, nasraw bi Kerîme Feylî- endam

8- Evîn Umer- berpirsa rêxistinê

9- Pirşing Felekdîn Sabir, nasraw bi Pirşing Kakeyî- endam

10- Meryem Hesen Kanebî- endam

11- Zahîde Şêxo, nasraw bi Zahîde Barzanî- endam

12- Kejal Kerîm- endam

13- Doktor Nahîde Kerîm Seîd- berpirsa peywendiyan

14- Ruqiye Mihemed Salih- endam

15- Beyan Ehmed- endam

16- Sinober Sabir Reşîd- endam

17- Rêzan Ekrem- endam

18- Beyan Yûnis- endam

19- Şukriye Ehmed- endam

20- Kurdistan Ehmed- endam4.

Her çendî di konferansa Şehîd Leyla Qasim de biryar hatibû dayîn piştî du salan kongre were lidarxistin, lê ji ber çend sedeman bi taybetî hilgirtina şerê navxweyî li başûrê Kurdistanê, kongre paş ket. Digel wê jî piştî aramkirina barûdoxê û hatina holê ya derfetên guncaw, di dîroka 15ê sibata 1997an de, di civîna hevbeş a Yekîtiya Afretên Kurdistanê û mekteba navendî ya rêxistinên pîşeyî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û stafê lqan, biryara destnîşankirina lîjneya amadekarî ya kongreya çarem (Kongreya Yeksaniyê) ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê hate dayîn, lîjneya amadekarî ya kongreyê hate pêkanîn ku pêk hatibûn ji:

1- Şîrîn Amêdî- serperiştiya lîjneya amadekarî ya kongreyê

2- Araz Tofîq Mihemedemîn- lqa Silêmaniyê

3- Beyan Hesen Mihemed- lqa Silêmaniyê

4- Doktor Rûbar Mistefa- lqa Kerkûkê

5- Xezale Mihemed Salih- lqa Kerkûkê

6- Jiyan Axa Tajdîn- lqa Hewlêrê

7- Sebriye Babekir- lqa Raniyê

8- Zekiye Salih Ebdulxaliq, nasraw bi Zekiye Seyid Salih- lqa Dihokê

9- Sebihe Ehmed Mistefa- lqa Soranê

10- Cemîle Mihemed Hacî- lqa Akrê.

Ev lîjneyê di demekê diyarkirî de karên amadekarî encam da û di dîroka 28ê tîrmeha 1997an de li bajarê Hewlêrê, kongreya çarem a xwe bi amadebûna serok Mesûd Barzanî, lidar xist.

Di berdewamiya kar û çalakiyan de, ji aliyê endamên kongreyê ve, lîjneya rapêrandinê bi vî şêweyê jêrîn hate hilbijartin:

1- Şîrîn Amêdî

2- Sebihe Ehmed Mistefa

3- Sinober Sabir Reşîd

4- Sebriye Babekir

5- Şewnim Nejmeldîn

6- Cemîle Hacî

7- Zekiye Seyid Salih

8- Xezale Mihemed Salih

9- Ciwan Silêman

10- Beyan Tofîq

11- Necîbe Mihemed Emîn

12- Şîrîn Nejm Ebd, nasraw bi Şîrîn Feylî

13- Araz Tofîq Mihemedemîn

14- Çîmen Reşîd

15- Sûham Hekîm

 

Endamên yedek ên lîjneya rapêrandinê jî bi vî şêweyê jêrîn hatin hilbijartin:

1- Beyan Hesen Mihemed

2- Rojîde Ebdulqadir Şerîf

3- Mehabad Selam

4- Nazdar Esed Mehmûd, nasraw bi Nazdar Barzanî

5- Wahîde Yaqo

6- Sebriye Ehmed Qadir, nasraw bi Sebriye Mam Ehmed5.

 

 

Çavkanî û pêrawez

 

1- Xebata afretên Kurd û kongreyên me di dîtina afretên têkoşer de, kovara Dengê Afretê, organa mekteba sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê, hejmar 13, Hewlêr, wezareta rewşenbîrî, 15ê tîrmeha 1997z, l 27; Şîrîn Amêdî, Afret û serweriyên Yekîtiya Afretên Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 1998z), l l 184, 186, 213.

2- Partiya Dêmokrata Kurdistanê, mekteba siyasî, beşa rêxistinê, temîm, hejmar 357, 9 adara 1992z, l 1.

3- Şîrîn Amêdî, çavkaniya pêşû, l l 53, 62.

4- Heman çavkanî, r. 135, 178, 186; Şêrîn Amêdî, Ber bi Kongreya çarem a Y.A.K Kongreya wekheviyê, kovara Dengê Afret, organa Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê, hejmar 13, Hewlêr, Wezareta Rewşenbîriyê, 15ê tîrmeha 1997z, r. 5.

5- Kongreya çarem a Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi serkeftî bi dawî hat, kovara Dengê Afret, organa Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Afretên Kurdistanê, hejmar 14, Hewlêr, 14ê gulana 2698 kurdî, r. 1, 7.