Piştî ku rewşa Îraqê guherî, têkiliyên di navbera serkirdayetiya Kurdî û Serokê Îraqê Ebdulkerîm Qasim de xirab bûn. Di 11ê Îlona 1961an de, biryar hat dayîn ku Şoreşa Neteweyî ya (Aylul) Îlonê li dijî zordariya hikûmetê destpê bike. Bi destpêkirina şoreşê, Partî û karê rêxistinî careke din şêweyeke veşartî girt û çalakî bi dizî berdewam kirin. Hikûmeta Îraqê dest bi derxistin û girtina endamên partiyê kir, di nav wan de endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi piranî, nemaze yên ku li zanîngehên Bexda û başûrê Îraqê dixwendin. Di vê heyamê de, hejmareke mezin ji endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, ji serkirdayetiya rêxistinê heta jêr, tevlî şoreşê bûn û çûn çiyayên Kurdistanê1.
Lidarxistina konferansê
Wek encama girtin û şehîdbûna hinek ji serok û endamên wê, di Adara 1962an de, ji bo ji nû ve rêxistinkirina xwe û nirxandina rewşa ku li ser rêxistinê hatibû sepandin, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê konferanseke veşartî li Bexda li dar xist û çend biryar derxistin. Di vê konferansê de, Heyder Hemze wek sekreter têkoşîna xwe di nav refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de berdewam kir û delegeyên konferansê sekreteriyeke nû bi vî awayî hilbijartin:
1- Serwer Kaka Heme
2- Meymûn Debax
3- Ehmed Şerîf Lek
4- Heyder Hemze
5- Fuad Mela Mehmûd
6- Adil Nasir
7- Teyib Cebar Berwarî
8- Hîkmet Xaneqînî2.
Biryarên herî girîng ên konferansê ev bûn: piştgirîkirina şoreşa Kurdî û serokê wê û pêşkêşkirina tiştê ku ji destê wan tê ji bo Hêzên Pêşmerge. Rêxistinkirina xwendekarên nû di nav refên şoreşê de. Girîngîdan bi beşdariya xwendekarên Kurdî di rêxistinên pîşeyî û akademîk de3.
Çavkanî:1. Arşîva Ensîklopediya kdp.


