Di havîna sala 1963an de, hikûmeta Iraqê bi fermandariya Ebdulselam Arif êrîşeke berfireh li ser beşên cuda yên Kurdistanê da destpêkirin. Wan bi rêya radyoya Bexda daxuyaniyek da û tê de redkirina xwe ya ji bo danûstandinan bi serkirdayetiya şoreşa Kurd re ragihandin û biryar dan ku şerê xwînî li dijî Kurdan ji nû ve dest pê bikin.
Paşê wan dest bi êrîşkirina ser bajar, bajarok û gundan kirin û dest bi kontrolkirina hemû navçeyên ku rastî êrîşên leşkerî hatibûn kirin û şopandina welatiyan û kuştina wan bi komî li wan navçeyan kirin, ji ber ku Beasiyan wisa şîrove dikirin ku rejîma Ebdulkerîm Qasim beriya wan bi awayekî cidî şerê Kurdan nekiriye, belku ew dikarin di demek kurt de şoreşa Kurd ji holê rakin.
Eşkere ye ku ev yek nîşana vê rastiyê ye ku Ebdulselam Arif qet baweriya xwe bi doza Kurd li Iraqê neaniye, ev yek di gotarên wî de jî xuya bû ku tê de qet nefikiriye Kurdan nas bike û heta qet peyva Kurdistanê jî bi kar neaniye.
Beriya destpêkirina şer di 20ê Gulana 1963an de, fermandeyê giştî yê artêşê ferman da ku dorpêçeke aborî li ser Kurdistanê were ferzkirin. Bi destpêkirina şer di 10ê Hezîranê de, tawanên giran ên dûr ji nirxên exlaqî û mirovî li gelek cihan hatin kirin. Eşkere ye ku Silêmanî di wê heyamê de ji her bajarê din ê Kurdî zêdetir rastî êrîş û zilmê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatibû. Her ku artêş û karwanên leşkerî rastî êrîşa Pêşmerge dihatin, wan dihat û hêrsa xwe ya li ser xelkê sivîl ê Silêmaniyê derdixistin.
Yek ji wan operasyonên tundûtûjî û hovîtiya li dijî mirovahiyê, bûyera Silêmaniyê ye ku bi fermana serokê Sedîq Mistefa, fermandeyê lîwaya bîstan ku wek lîwaya herî hov di dîroka Iraqê de dihat naskirin, hat kirin. Ew bi wê yekê dihat naskirin ku bi dehan welatiyên bêguneh li bajêr kuştine, lê Silêmanî mîna arê bû ku rûyê dijminan dişewitand. Pênc hezar sivîl hatin girtin û (86) ji wan bi saxî hatin veşartin, tawana wan a tenê ew bû ku Beasiyan wêneyekî serok Mistefa Barzanî anîn û ferman dan wan ku sivikayiyê pê bikin û biçûk bixin, lê wan red kirin ku guh bidin fermanên Beasiyan. Eşkere ye ku hinek ji girtiyan bi vî rengî bersiv dan wan: Ger hûn razî bin ku sivikayiyê bi serokkomarê xwe bikin, wê demê em ê guh bidin fermanên we. Di encamê de kesek ji wan rizgar nebû, Beasiyan komkujiyek li dijî wan kirin û bi komî ew kuştin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê


