Şehîd Kerîm Ehmed Qadir, sala 1910an li gundê Kanî Çinarê yê ser bi nahyeya Pîremegrûnê ya qezaya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û keçekê bûye. 

Kerîm Ehmed, sala 1968an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û li Liqa Çar bi fermandeyiya Umerê Heme Elî di batalyona sêyem a Sûrdaşê de bi fermandeyiya Enwer Ezwer yê ser bi Hêzên Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Di Şoreşa Eylûlê de beşdarî şerê Casene, şerê Kilkesmaq, şerê Dûkan, şerê Baziyan, şerê Zêwê û şerê Qazanê kiriye.

Kerîm Ehmed, sala 1974an di şerê Qazanê yê nêzîkî nahyeya Pîremegrûnê de ku êrîş kirine bo girtina serbazgeha Artêşa Îraqê, di encama rûbirûbûna wan li gel serbazan Kerîm Ehmed şehîd bûye û du hevsengerên din ên bi navê Star Kerjeyî û Heme Emîn şehîd bûne, piştre ji aliyê welatiyên gundê Qazanê ve li goristana gund bi axê hatine spartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.