Şehîd Kerem Hacî Kerem Mizûrî, sala 1947an li gundê Silûr a nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye û sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye.
Sala 1964an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û di fewca çaran a batalyona 1ê ya Hêza Zaxo de bi fermandariya Îsa Siwar bûye Pêşmerge. Beşdarî şerê dijî artêşa Îraqê bûye.
Sala 1979an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye, li gel Elî Xelîl bûye Pêşmerge. Beşdarî destana Eyn Zale, Geliyê Spî, Baniya Nêrgizî, Kanî Masî, Çiyayê Metîn bûye.
Sala 1981ê ji aliyê çekdarên Partiya Dêmokrat (HDKA) ve şehîd hatiye kirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





