Kemal Elayar Ebdulla Kerîm, sala 1947an li nahyeya Xurmal a ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, her li dibistana Xurmal asta seretayî temam kiriye, ber serbazî ya zorê ketiye û hatiye şandin bo şaredêya Rewandizê, di serbaziyê de xûla pêşxistina di warê endazyariya serbazî temam kiriye û şarezayiya wî ya temam hebûye di danîn û pûçkirina mînên çêkirî, Kemal Elayar sala 1975an Şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Kemal Elayar, sala 1968an li şaredêya Rewandizê çekek li gel xwe biriye û bûye Pêşmerge di batalyona Bêtwatê ya ser bi leşkerê du yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Daxwaza veguhastinê kiriye û sala 1969an hatiye veguhastin bo beşa endazyariya serbazî ya Hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Hemeyê Hemeseîd serpereştiyarê wê beşê ya hêzê bûye.
Sala 1975an desteyek amade kirine bo encamdana çend karên beşa endazyariya serbazî, di 22ê adara 1975an de Kemal Elayar û desteya hevsengerên wî li çar dora pira Zelm ser mijûlî rapêrandina karê xwe dibin, lê mîneke çêkirî bi destê Kemal Elayar de teqiya û Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




