Zarokatî û xortanî û nasîna bi xebatê

Di dîroka 11ê îlonê ya 1961ê de yekemîn pêta şer di navbera Şoreşa Eylûlê bi rêberiya serok Mistefa Barzanî  û rejîma Îraqê dest pê kir, qişleya Rayat û Gelale ku hêza artêşa rejîmê lê bû, ji aliyê Pêşmerge ve hat girtin, (Mela Teha) berpirsê wê demê yê hêzê bû, wê demê xelkê baweriyeke temam û qayim bi serok Mistefa Barzanî hebû.

 Di meha 9ê sala 1961ê de şerekî giran li nêzîkî gundê Nawkêlekan hilgirsa, wê demê jî birayên min beşdarî şer bûn, xeber hat, gotin kurên (Ebdulla Goronî) ketine dorpêçê, lewma bavê min zû bi hawara wan çû, daku wan rizgar bike. Dema digihîje cihê şer, bavê min xwe digihîne pêşiya meydana şer, lewma li wir bi gulleyên dijmin birîndar dibe, yek ji xizmên me ku navê wî (Silêman) dibe, wî hildide ser pişta xwe daku wî ji destê dijmin rizgar bike, lê ew jî ji aliyê leşkerên rejîmê ve bi gulleyekê ku li lingê wî dikeve, tê pêkirin, lê nawestîne di derbaskirina bavê min de û wî ji destê rejîmê rizgar dike.

 Bavê me bi birîndarî anîn gund, li wir di nav baxçeyekê de cihê me ji bo wî amade kir daku li wir bêhna xwe vede, hemû xizm li derdora wî kom bûn. Bavê min zilamekî gelek bi hîmet bû, ji hemû xizmên xwe re got: Hûn divê sil nekin, çimkî em hatine nav rêzên şoreşê, lewma dibe ku em birîndar bibin û bên kuştin, lewma daxwazê ji we dikim, tiştek we sar neke û bandorê li ser baweriya we neke û bi hemû hêza xwe piştgiriya şoreşê bikin, çimkî Barzanî zilamekî şoreşger û dilsoz e ji bo nîştiman û xelkê xwe, lewma divê piştgiriya wî bikin û guhdêr bin.  

Piştî ku artêşa Îraqê nêzîkî navçeyê bû, bavê me veguhestin gundê Koyleyê, li cem (Hacî Kwêxa) di nav baxçeyê wî de cihê wî amade kirin û hemû xizmên Hacî Kwêxa bi nobet pasewaniya bavê min dikirin. Piştî 12 rojan mayîna li wir, ji ber dijwariya birîna wî û bandora birîndariya wî şehîd bû, ji ber aloziya rewşa navçeyê me nekarî wî bînin gundê xwe, lewma me li wir wî spart axê û niha jî gora wî li gundê Koyleyê ye, piştî şehîdbûna bavê min derfet da birayên min ku rola xwe bibînin, her yek ji Necmedînê birayê min û Osman û Hemêd di nav rêzên şoreşê de roleke baş dîtin. 

Piştî ku (Mela Teha) li ser daxwaza caşên navçeya Batasê serdana navçeyê dike, di sala 1963an de şerekî dest bi dest li navçeya Herîr (Tişî Batasê) di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa rejîma Îraqê de rû da, hêza caşan daxwaz ji Mela Teha kiribûn serdana wan bike, di rêya çûna wî bo Tişî Herîr, caşan kemîn danîbûn ji bo Hêzên Pêşmerge, di wî şerî de sê kes şehîd bûn, ji wan şehîdan du kes xizmên me bûn ku her du bira bûn û navê wan (Mistefa û Hesen) bû, piştî wî şerî Mela Teha hat dûrxistin, bi fermana serok Mistefa Barzanî kesekî din hat bo navçeyê û bû berpirsê hêzê ku navê wî (Muqedem Kafî) bû, maweya du salan ma.

Muqedem Kafî zilamekî gelek mêrxas û bi cêrge bû, bi heman şêweyê nizama leşkerî tevger dikir, lê paşê hat dûrxistin, hinek kesan digotin careke din vegeriya nav artêşa Îraqê.

Wê demê xelk gelek bi bawerî beşdarî rêzên şoreşê dibûn, bi pereyên xwe çek û teqemenî ji bo Pêşmerge dikirîn, xelkê bawerî û yeqîneke xurt bi şoreşê û Mela Mistefa hebû, xelk gelek bi sadeyî dijiyan, Pêşmerge di destpêkê de pênc dînar werdigirt, di nav girfana xwe de dirzî nedizanî çi lê bike. 

Di sala 1974an de Osmanê birayê min li gel du Pêşmergeyên din bi navê Mistefa û Umer şehîd bûn ku dawî şer bû di navbera Hêzên Pêşmerge û rejîma Beis, çimkî rejîmê gelek hewl dida daku wê navçeyê bigire, çimkî baregeha Barzanî bû.

Pêşmergatiya Mistefa Goronî

Di sala 1965an de bûm Pêşmerge, her çend wê demê temenê min biçûk bû, lê ji ber ku kurê şehîd bûm û Necmedîn Goronî birayê min ê mezin jî berpirsiyarî hebû, fermandeyan gelek rêz lê digirt, min jî gelek daxwaz dikir bibim Pêşmerge, lewma bûm Pêşmerge li baregeha Barzanî. Zivistanan li Qesrê me bazgehên xwe datanîn û havînan jî li Hacî Umran, birayê min ê mezin ku navê wî (Hemêd) bû, berpirsê me bû, nêzîkî 40 Pêşmerge bûn û gelek baweriya wî bi me hebû, çimkî em di dawî xala pişkinînê de bûn, eger ji me derbas bûbana, wê demê digihîştin baregeha Barzanî, gelek caran Barzanî dihat cem me, zilamekî gelek asayî bû, gelek jî bi rêz û li ser xwe bû.

Şehîd Ferensoyê Herîrî em li wir danîbûn, çimkî cihê baweriyê bûn. Em berpirs bûn ji rêdayîna bi her kesî, temamiya desthilatê me hebû. Rojekê serok Barzanî hatibû li xala hişyariyê li cem pasewanê xwe sekinî bû. Di Şoreşa Eylûlê de min berpirsiyarî nebû, ji ber ku bavê min û birayê min şehîd bûbûn, lewma nedihiştin erka min giran be, heta dawiya şoreşê em li wê erkê man.

Hewla terora serok Mistefa Barzanî

Sala 1971ê dema hewla terorkirina Barzanî hat dayîn, ez wê demê li xala pişkinînê bûm. Melayek li gel wan bû xelkê Necefê bû, gelek carên din dihat cem Barzanî, lê me rê nedida wan biçin, me daxwaz ji wan kir biçin nivîskekê bînin ku destûrê bidin wan, daku em destûrê bidin wan derbas bibin, piştî maweyekê çûn dema vegeriyan destûra çûnê ji Kak Îdrîs wergirtibûn, du pasewan li gel wan hatibûn, lewma me jî îzn da wan, wê demê gihîştin baregeha Barzanî êvareke dereng bû. 

Mistefa Goronî di Şoreşa Gulanê de

Di sala 1976an de em vegeriyan herêma Balekayetî, di wê demê de stasyona min a yekem a Pêşmergatiyê dest pê dike, hevalekî got koma (Elî Ko) li Dolênînê ne, em jî çûn cem wan, wan got ew mijûlî destpêkirina şoreşê ne, em jî biryarê didin ku em biçin cem wan, lewma nîvro em gihîştin cem wan, gava em gihîştin ji bo xwarina nîvro, nanê hişk dan me, em jî me ji wan re got ev çi ye, wan got welleh rewşa me gelekî xirab e, lewma divê hûn çareseriyekê ji me re bibînin, min jî got çawa? Wan got li Çomanê hinek pez û dewara fermangeha çandiniyê hene ku nêzî 500 serî dibin, ji bo me bînin, min jî got ew hêsan e, lewma me ew pez û dewar ji bo wan birin ku bihayê wan nêzî 19500 dînarên wê demê bû, ji bo wê demê ew pere gelek bû. 

Wê demê ku di sala 1976an de me şoreş dest pê kir, em bi kom bi kom bûn, cihê me ne sabît bû û baregeha me diyar nebû, lewma em her dem di gerê de bûn, bi îmkanên gelek kêm me şoreş dest pê kir, xelk gelek alîkar û piştevanê me bûn, lewma her çi me bixwesta, ji bo me bi cih dianîn, bi nanê xwe bi mala xwe piştevanê me bûn, çimkî mala xelkê hêlîna Pêşmerge bû, her çend peydakirina qûtê rojane gelekî zehmet bû, çimkî xelkê çavdêriyeke zêde li ser wan hebû, tevî wê jî her çi me bixwesta, ji bo me bi cih dianîn, heta sala 1979an me bi wî awayî şoreş berdewam kir.

Di sala 1979an de birayê min şehîd Necmedîn ji başûrê Îraqê vegeriya, di wê demê de em vegeriyan aliyê Îranê, li wir jî Partiya Demokrat a Îranê li herêmê desthilatdar bû, em jî çûn sînorê desthilatdariya wan, gelek ji xizmên me li wir bûn, hatin cem birayê min Necmedîn û jê re gotin bi xêr hatî ku bi saxî û silametî vegeriyayî, em jî hatine heta ku fermanê bidî me, wî jî got: Ew kesê ku Kurdayetiyê bike her mala Barzanî ye, lewma em wan wek serkirde û serokê xwe dizanin, xizman jî gotin: Tu kîjanî bi başî dibînî, em jî her wî bi başî dibînin, lewma birayê min Necmedîn telefonî kak Îdrîs kir, jê re got em li benda fermana cenabê te ne, wî jî di bersivê de got: Li benda bimînin Samî dişînim cem we û gelekî spasiya birayê min Necmedîn kir.

 Roja sêyem kak Samî ji bajarokê Xaneyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat cem me, gava çavê wî bi wan hemû Pêşmergeyan ket ku hemûyan çekên baş di destê wan de bûn, gelekî kêfa wî hat, ji birayê min kak Necmedîn re got: Te ev hemû xelk li ku peyda kirine? Şehîd Necmedîn jî got ew hemû Pêşmergeyên min ên berê ne. Şehîd Samî hinek alîkariya me kir di cil û berg û pere û pêdiviyên din ên serbazî de, em jî li derdora bajarê Xanê baregeh danî. Partiya Demokrat a Îranê jî li herêmê baregehên wan hebûn, her çend ji aliyê wan ve hestiyariyek li hember me hebû, lê kak Samî got: Her çi pêwîstiya wan hebe, alîkariya wan bikin. Di wê demê de Îran jî hewl dida vegere herêmê.

Gava hikûmeta Îranê vegeriya herêmê, Partiya Demokrat tu bergiriyeke wisa nekir, lewma vegeriyan aliyê başûrê Kurdistanê, em jî di wê demê de peywendiya me bi serkirdatiya xwe re qut bû, paşê ku me peywendî kir wan got: Hûn jî vegerin herêmên Zêwe û Kone Lajanê, em jî vegeriyan wî cihê ku wan ji bo me diyar kiribû, li wir me baregeh danî, me bi serkirdatiyê re hemahengiya me ya temam hebû, her çend em kêmtir li aliyê Îranê diman, çimkî bi berdewamî komên me li aliyê başûrê Kurdistanê hebûn, bi berdewamî çalakiyên me hebûn, di wan çalakiyan de me çekên baş bi dest dixistin, carekê li herêma Balek efserekî dîn li wir bû jê re digotin (Zabteyê dîn) me BKSyek jê girt, gava me bir serkirdatiyê, li bal wan ecêb bû ku em wan çekên baş hene û bi dest me dikevin.

Sala 1983an birayê min şehîd Necmedîn berpirsê herêmê bû, ez jî endamê herêmê bûm, her wiha serliq jî bûm, baregehên me li herêma Dola Rostê bûn, wê demê hîn jî avedanî li herêmê mabû, çimkî aliyê herêma Sekran û herêmên Çomanê û xelk hatibûn koçberkirin. 

Çend çalakiyên Şoreşa Gulanê

Çalakiya me ya yekem li Şoreşa Gulanê min û hevalên ku bi min re bûn li Kaniya Gulinan a jêr gundê Rayatê me pêk anî, wisa bû ku me li cîbeke qiyadeyê da, efserek û 2 du serbazên rejîmê tê de bûn, di wê çalakiyê de me sê kalaşnîkov û demançeyek girt. Paşê ji bo demekê em çûn herêma Dolê Rostê, piştî ku demekê dirêj em li wir man, em vegeriyan herêma Çomanê.

 Çalakiya me ya duyem li Nawpirdanê me kir, nêzî Nawpirdanê rabeyek hebû, me kemîn ji bo wan danî, di wê kemînê de me du serbaz û efserekî me kuşt navê wî (Xelef) bû, li ser qayişa kalaşnîkova wî navê (Zabit Xelef) hatibû nivîsandin, di wê çalakiyê de sê kalaşnîkov bi dest me ketin. 

Paşê em vegeriyan gundê Goronî ku gundê min bi xwe bû, rejîmê leşkerkêşiyeke zêde çêkiribû, ji ber ku xelk gelek alîkar û piştevanê me bûn, her nûçeyek hebûya, bi zûtirîn dem digihîşt me, em bi alîkarî û piştevanîya cemawerê, tirsa me nebû, ji ber ku me bi baweriyeke pola hatibû gihandin, baweriya me bi serkirdatiya xwe qahîm bû.

Gava em vegeriyan gundê Goronî, roja din; sibehê nûçe gihîşt me ku şerekî giran li herêma (Dola Baleyan) hilketiye, bi gihîştina nûçeyê, em derketin jorê gundê Welze, me dît şerekî giran di navbera Pêşmerge û rejîma Beis de heye, di encamê de şer bi serkeftina Pêşmerge bi dawî bû, artêşa rejîmê şikest, eger me bixwesta, me zêdetir ew dişopandin. Di wî şerî de xelkê piştevanîyeke zêde li Pêşmerge kir û bi her awayî û her cureyî alîkariya Pêşmerge kirin, her ji anîna nan û xwarin fîşek, av û hemû pêdiviyên din jinan mil bi milê mêrên xwe alîkariya Pêşmerge dikirin, miqdarekî zêde yê çek û teqemeniyan ket destê xelkê û me tu çek ji xelkê wernegirt.  

Hikûmetê hewl dida ku Geliyê Baleyan bigire, lê her tim têk diçû, heta ku nûçe hat û gotin hikûmetê biryar daye ku bi çekên kîmyayî me bombebaran bike, em vegeriyan navçeya Qendîlê, ji wir jî ber bi aliyê Îranê ve, lê Îranê firoke anî ser me, malbata xwe min bir Geliyê Baleyan, paşê careke din em vegeriyan navçeya xwe. Li hemû cihan tîmên taybet Çalakîyên xwe dest pê kirin.

Di sala 1977an de gava ez vegeriyam gund, gotin xelkê radiguhêzin, em jî bi hevalên xwe re li nêzîkî gund me xwe veşartibû, şevê em çûn nav gund, gava ez vegeriyam mala xwe, xaniyê me şewitandibûn, malbata min bi sê zarokên min û dayika min li wir mabûn, di nav kavilên xanî de bûn, min jî dilê wan da, min got xem nexwin, hûn herin. Sibeha wê em vegeriyan çiya.

Gelek şer û Çalakîyên me hikûmet aciz kiribû, lewma gelek tirs ketibû dilê wê, em bi berdewamî di gerê de bûn û em diçûn nav xelkê, me dilê xelkê dida û me digot: rast e şoreşê nesko biriye, lê ev dawiya xebata me ya neteweyî nîne, belkî em şoreşê ji nû ve dest pê dikin, divê ev şoreş bibe sedema xêr û bereketê ji bo hemû xelkê Kurdistanê, divê hûn piştgir û alîkarên me bin û di warê zanyarî û hemû pêdiviyên din de alîkariya me bikin, ji bo ku em bikarin berdewamiya şoreşa Îlonê bin. 

Di piraniya şeran de mil bi mil bi Şehîd Necmedînê birayê xwe re min beşdarî kiriye, saet du û nîvê rojê, li Qubeya Gelale me kemînek danî û me bi artêşa rejîmê re şerekî dest bi dest kir, di wî şerî de me serkeftin bi dest xist, di wî şerî de me gelek çek girtin, wê demê em ser bi Lqa du bûn, (Xurşîd Şêre) berpirsê lqê bû, piştî salekê (Mihemed Mela Qadir) bû berpirsê lqê, zilamekî gelek mêrxas û çavnetirs bû, wek hêza Balek û navçeya Balekê jî hêzeke me ya baş hebû, herwiha çek û teqemeniyên me yên baş hebûn, me bi lqê re ji bo gerê diçû navçeyên cuda yên Kurdistanê. 

Di derdora meha Tebaxa 1977an de li navçeya Sekrayetî (Dolenî) me xwe di nav baxçeyekî spîndaran de veşartibû, hikûmetê zanyarî wergirtibû, lewma dor li me girtibû, em jî agahdar bûn ku hikûmetê dor li me girtiye, me bi hevalên xwe re şêwir kir ku em çi bikin, gelo em şerê man û nemanê bikin, an xwe rizgar bikin, lewma me biryar da ku bi du komên taktîkî xwe rizgar bikin. Me ji hemû hevalên xwe re got komek em ê şer bikin, ya din jî xwe rizgar dike, heta paşê parastina yên din bike ji bo rizgarbûna wan, di wî şerî de me gelek leşkerên Îraqî kuştin, di encamê de bi mucîze em rizgar bûn, lê yek ji Pêşmergeyên me ku navê wî (Mehmûd Seyda) bû winda bû, me gelek hewl da ji bo rizgarbûna wî, lê me tu zanyarî wernegirt, gelo çi jê hat, çend şevan bi mebesta lêgerîna wî hevalê xwe em vegeriyan aliyê Nawpirdan, xelkê matmayî mabûn ku em çawa hatine vir, ji ber ku li wî cihî hemû leşkerên artêşa Îraqê hebûn, paşê mixabin zanyarî gihîşt me ku (Mehmûd Seyda) hatiye Şehîdkirin, li wir li bin dargûzekê hatibû veşartin.

Di şerekî din de, di sala 1980î de li navçeya Zerwaya Geliyê Menjelayetî me kemînek danî, di wî şerî de du zîlên leşkerî bûn ku tijî leşker bûn, me hemû leşker kuştin û bi ava çem de çûn. 

Sala 1983an Baregeha Lqa 2 û navçeyê li gundê Rostê bû, Mihemed Mela Qadir berpirsê lqê bû, xelkê gelek rêz li me digirt, gelek jî bi me re alîkar û hevaheng bûn, Baregeha çend Partîyên din jî wek Partîya Komunîst û Sosyalîst li wir hebûn, lê xelkê zêdetir hevahengiya wan bi me re hebû, ji ber ku em bi kar û barên wan re mijûl bûn û her tim di pirsgirêkên civakî û hemû wan karên ku hebûn alîkarê wan bûn, me bi Partîyên din re derbarê hemû pêşhat û bûyeran de hevahengî dikir û me bi hev re civîn dikir.

Sala 1983an Îranê li Hacî Omeran êrîş kir, serkirdatiya şoreşê em agahdar kirin, em xelkê agahdar bikin, ji bo ku nekevin nav şer, di wê êrîşa ku kirin de biryar û plana wan ew bû ku heta sînorê bajarê Soran û Diyana bigirin. Lê bêyî ku sedemê wê bizanin wan êrîş rawestand, Kak Îdrîs peywendî bi min re kir; ku çima êrîşên xwe rawestandine? Gava em ji wan re digotin: çima êrîş nakin? Digotin serwerên me dizanin, tu zanyarî nedigotin. Wê demê Kak Îdrîs li Geliyê Sêbereyê bû, em jî li navçeya Enê bûn, di wê demê de şer rawestand, ji me re gotin: hûn vegerin Îranê, temam, me jî ji Kak Îdrîs re got ew tiştekî wiha dibêjin, wî jî got vegerin, em jî vegeriyan.

Pirsgirêka nexşeya Kurdistanê

Baregeha me li Badînawe bû li nêzîkî Xane, hevalê me yê Îranî hebû, rojekê me ew vexwendibû Baregehê, gava hat Baregehê çavê wî bi nexşeya Kurdistanê ket ku me berê li Baregehê daliqandibû, gelek aciz û xemgîn bû, got birader Mistefa ev çi ye?! Hûn li me xiyanetê dikin, di bersivê de min got em li kesî xiyanetê nakin, belkî berevajî wê xelkê zilm li me kiriye, diyar bû gelek aciz bûbû, lewma li serê me ji min re gotin; te çi kiriye, diyar bû giliyê min kiribû, ku min nexşeya Kurdistanê ya mezin daliqandiye, min jî got ew çawa wiha dibêje, ne ev e xelkên din bi eşkere xiyanetê li we dikin, lê hûn tu tiştî ji wan re nabêjin, di bersiva min de bi zimanê farisî got: (Birader Mistefa, birader Haşimî dizane çi dike, bi Xwedê bav û dayika Celal derdixe), hûn xwezaya zêr heye, carinan bilind dibe û carinan dadikeve.

Peywendîya Partî û xelkê di serdema şoreşa Gulanê de

Ji sala 1984an heta rawestana şerê Îran û Îraqê Baregeha me li Geliyê Rostê bû, gelek xelk alîkariya me dikirin bi taybetî ciwan. Herwiha gelek ji wan ên ku di nav rêxistinên me de kar dikirin, me dişandin Hewlêr û Soran û hemû cihan ji bo çêkirina tora peywendîyên di navbera me û xelkê de.

Xelk gelek ji reftarên partiyên din bêzar bûbûn, ji ber ku wan seytereyên xwe li Simîlan danîbûn, ew xelkên ku ji bo birina berhemên baxçeyên xwe ji Diyana dihatin, bac jê distandin û xelk ji vê reftara wan gelek aciz bûn, li ser wê bingehê em jî bi wan re rûniştin, me ji wan re got ew karê hûn dikin gelek neşiya ye, ji ber ku xelk xwediyê mal û milkê xwe ne, pêwîst nake hûn bacê ji wan werbigirin, lewma bi rûniştin û gotûbêjê me ev pirsgirêk çareser kir. 

Şehîd Necmedîn berpirsê navçeyê bû, mamoste Ebdulrehman kargêrê navçeyê bû, her yek ji Axa Dolaneî û Ebdulla Reş û Muşîr Gwanî û Ehmed Xelanî, ligel bendeyê endamên navçeyê bûyn, em gelek tebayî û kok bûn ligel hev û me gelek hemahengî ligel hev hebû. Gelek caran em ligel Liqa 2 diçûn navçeya Xoşnawetiyê, carekê me bi şevekê 12 rebayan girtin, me şehîdek da navê wî (Ebdulla) bû. 

Tensîq û hemahengiyeke baş di navbera serkirdatî û xwarê de hebû, di her tiştî de me serûyên xwe agahdar dikirin û her gava me bixwesta me Kak Îdrîs û cenabê serokê me didîtin, bi taybetî Kak Îdrîs gelek baweriya wî bi min hebû, hemû karên نهێنی bi min dispartin, min jî li hemberî wê kêmterxemî nedikir û min hemû cîbicî dikirin û herduyan sifetên karîzmayî yên bihêz tê de hebûn, gelek caran wisa hebûye Pêşmerge bêzar dibûn, digotin em diçin cem Kak Îdrîs, ji bo ku ruxsetê jê werbigirin, heta dev jê berdin, gava bi niyeta devjêberdanê diçûn cem wî, lê gava dihatin derve li ser Kurdayetî xebatkirin di pêxema nîştiman û dozê de gelek germ û gurrtir dibûn. Kak Îdrîs zêdetir ligel Îranê peywendiya wî hebû, carekê partiyên Kurdî (Bereya Kurdistanê) ligel Xumeynî civîna wan hebû, di wê civînê de Xumeynî gotibû navê Kurd di Quranê de nîne, Îdrîs Barzanî bersiva Xumeynî dabû, Newşîrwan jî di wê civînê de bû, paşê ji Kak Îdrîs re gotibû bi rastî te bersiveke baş da Xumeynî, lewma ewê bi te tê kirin bi kesî nayê kirin, tu şayîsteyê her tiştî yî. 

Rola Pêşmerge û Partiya Demokrat a Kurdistanê di raperîna sala 1991ê de

Em ji sînorê bajarê Raniye vegeriyan Kurdistanê û di handan û coşandina xelkê de ji bo destpêkirina raperînê beşdariya me ya rasterast hebû, ji wir ve em çûn Hewlêrê, gava em gihîştin nav bajarê Hewlêrê, me çendîn şer kirin, ji ber ku em gava çûn nav Hewlêrê, hêj hêza artêş û çekdarên rejîmê mabûn, lewma me çendîn şer ligel wan kir heta ku me karî bi carekê bajarê Hewlêrê paqij bikin, lê mixabin çend hevalên me yên Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.

 Piştî ku me karî Hewlêrê paqij bikin, me biryar da hêzeke baş amade bikin, ji bo ku em karibin ber bi bajarê Kerkûkê jî bi rê bikevin, piştî ku me bajarê Kerkûkê bi temamî ji artêşa rejîmê paqij kir, di serbazgeha Xalid (Meesker Xalid) de hêza artêşa rejîmê hebûn, lê me karî wan derbixin. Em di nav bajêr de şarezayiyeke wisa me nebû, her çendî rêxistina me ya نهێنی hebû, lê xelk bi xwe nayê bêje ez di rêxistina نهێنی de bûme, hêz bi temamî paşve kişiya bo Hewlêrê û hêza rejîmê careke din vegeriya nav bajarokê Pirdê ku dikeve navbera bajarê Kerkûkê û Hewlêrê.

 Piştî wê me hêzeke (1000) hezar çekdarî kom kir, me êrîşa berevajî kir ser dijmin, lê ji ber ku hêza me hemû hêza şer nebû, belkî xelk hatibû ku Pêşmerge jî nebûn, lewma revîn û şikestina wî xelkî, bandor li ser moralê Pêşmerge hebû, tevî ku me çendîn şehîd û birîndar dan, di şer de me paşve kişiya bo Hewlêrê. Di wê demê de çend rojnamevanên derveyî li wir bûn, ji min re gotin wan bibe bo bereya pêşî, min birin, teqeyan li me kirin, lê ti guleyek li me neket û em vegeriyan Hewlêrê, her wê êvarê xelk diçû, ew bû ku koçberî dest pê kir û artêşa rejîma Îraqê dihat pêş, xelk jî ji tirsa canê xwe û selametiya mal û zarokên xwe mal û halê xwe cîdihêştin û ber bi cihekî nediyar ve diketin rê, rê gelek qerebalix bûn, wek roja meşherê dihat ber çavan, xelk gelek perîşan û serlêşêwaw bû, min jî rûyê xwe kir herdu berpirsan, hêza Partî ku (Mamoste Mihemedê Mela Qadir) bû ligel (Hesen Kwêstanî) berpirsê hêza Yekîtî bû, min ji wan re got mamoste ew bêbernameyî çi ye, ew xelk bê şer Hewlêrê cîdihêle, ew jî di bersivê de got, Kak Mistefa kar ji wê dema ye, çi kontrol bikin, tiştek ji destê me nayê.

 Ew bû me Hewlêr cîhêşt û vegeriyan Pîrmam, li wir me xala berevaniyê danî, lê top û debabeyên rejîmê hêdî hêdî derdiketin, em jî me dixwest rêgiriyê li hatina pêş a artêşa rejîmê bikin, lewma me bi her awayî berevanî dikir, di wê demê de Pêşmergeyekî me bi birîndarî ket destê dijmin ku navê wî (Hacî Teyib Feqê Alî) bû. Em xwe ranegirt, em hatin Korryê baregehên xwe li Sermeydana Şeqlawe danîn, lê rewş her diçû xerabtir û dijwartir dibû, ji ber ku xelkê ji tirsa tola rejîmê dest ji her tiştê xwe berdida, tenê ji bo parastina kerametê xwe, rû li sînoran dikir û çarenivîsa xwe dida destê qederê, rojanên gelek nexweş bûn birçîtî û bêderetanî tengî bi xelkê û heta bi hêzên Pêşmerge jî anîbû, bi mebesta peydakirina xwaremeniyê, ez ji wir ve vegeriyam qezaya Soran, di bajarê Rewandizê de hinek pêdiviyên xwaremeniyê min peyda kirin bo baregehên me ku li Sermeydana Şeqlawe me danîbûn.

Dastana Korryê

 Gava ez vegeriyam bereyên şer, hêzên me li dergehê Korryê bûn, hêza Partî ew zincîra girên ku ketibû serûyê bajarokê Korryê, bi destê wê bû, hêza Yekîtî jî li wî alî bûn ku dikeve Şêreswarê nêzîkî gundê Hucran, Hemîd Efendî û Kosret bi şêweyekî hevbeş serperiştiya danîna plana dijmin dikirin, her çendî gava ez vegeriyam şerê yekem hatibû kirin, gelek ji serkirdeyên diyar li wir bûn ji wan Halî Dolemerî û Doktor Seîd şerê wan kiribû, karîbûn xetekê berevaniyê ya bihêz danin, debabeyên dijmin şikandibûn.

 Piştî ku ez vegeriyam eniya şer, Hemîd Efendî çavê wî bi min ket û got êdî xemek min nemaye, min jî di bersivê de got: Mamosta ne hewceyî wê ye, ya pêwîst e em bikin. Ew cihê ku niha tankên lê hatine danîn ku dikeve dergehê bajarokê Korê li aliyê Hucranê ve, em kemînên me li wir bûn û baregehên me jî li gundê Hucran bûn, maweya çend rojan em li wir man.

 Sibehek zû bû, teqe hat kirin, yek ji birazayên min di kemînê de bû, min jî zû bi hawara wî ve çûm, dema çûm yek ji Pêşmergeyên min li ser şeqamê birîndar bû, ew hêza li ser çiyê bû cihê xwe berda, min jî ji Hemîd Efendî re got mamosta min ji te re negot cihê xwe pir hesas e, xelkê baş lê danê, ew jî di bersivê de got, hay ji vir be, bila bibînim hêzeke baş naynim vir, xelk jî heta dihat zêdetir ber bi Şeqlawa û sînoran ve diçûn ji tirsa tolhildana rejîma Beis, di wê demê de tankên rejîmê derketin ber bi aliyê Hêzên Pêşmerge û (Yûnis Xidir Zahîr) li wir peyda bû, çend kesên bi wî re bûn, bi hawara me ve hatin, xetekî berevaniyê bi hêz me danî, di wê şerî de me karîbû rêgirtineke temam li hatina pêş a artêşa rejîmê bikin û êrîşê me rawestand û yek ji tankên wan me teqand ku tankeke pir nû bû.  

Di wê şerî de jî yekî din ji Pêşmergeyên min ku navê wî (Aso Baban) bû, birîndar bû û lingekî xwe ji dest da, êdî şer rawestiya, danûstandin bi rejîmê re dest pê kir û cenabê serok bi serokatiya şandeke Bereya Kurdistanî ber bi Bexdayê ve bi rê ket, carna şer li vir û li wir dibû, ji ber ku artêşa rejîmê vegeriya cihên xwe û leşkergehên xwe ji nû ve ava kirin.