Şehîd Husên Hemet Sofî Feqiyaneyî, nasraw bi (Husên Hemet Xoşnaw), sala 1942an li gundê Feqiyanê yê Dola Akoyanê ya qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Neçûye dibistanê û xwendewar nebûye. Xêzandar bûye û xwediyê yek kur û du keçan bûye.
Sala 1965an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona 3yê ya Hêzên Balekê bi fermandeyiya Mela Emîn, li gel Mihemed Ziyad Feqiyanî bûye Pêşmerge, beşdarî piraniya şerên devera Rewandizê kiriye, di nav wan de şerê çiyayê Korêkê, Darehişkê, Hendrên û şerên din ên Dola Akoyanê dijî rejîma Beis.
Di roja 7ê nîsana 1974an de li bereya çiyayê Korêkê li şikefta Darehişkê, li sînorê gundê Feqiyanê yê ser bi qezaya Rewandizê bi topbarana artêşa Îraqê Şehîd bûye. Li goristana Gerde Gerdî ya qezaya Rewandizê bi xakê hatiye spartin.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




