Şehîd Husên Haşim Ezîz Mizûrî, sala 1950yî li gundê Mêroz nahyeya Şêrwanê Mezin qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xêzandar bûye, sala 1975an awareyê welatê Îranê bûye, sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li Soranê niştecih bûye. Xêzandar bûye.
Sala 1967an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û li baregeha Barzanî bûye Pêşmerge. Sala 1976an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye, sala 1992an pileya berpirsiyarê beşa tevgerên serbazî (herekatî) ya lîwaya taybet di Artêşa Barzan de wergirtiye.
Sala 1995an li gundê Mêroz ji aliyê çekdarên PKKê ve şehîd hatiye kirin û li goristana Barzan bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





