Şehîd Husên Mihemed Ferec, di sala 1952an de li gundê Mwaneyê yê kevn ê ser bi qezaya Seyîdsadiq ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, Husên Mihemed xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Nazdar Ebdullah bûye û xwediyê yek keçê bûye bi navê Jiyan. 

Sala 1968an peywendî bi rêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li lîwaya pênc bi serperiştiya Ehmed Çeqjî ser bi batalyona deh a Pêncwên bi fermandeyiya Ezîz Etruşî ser bi Hêzên Xebatê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, di 8ê sibata 1971ê de bûye kadroyê Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê û serperiştiya rêxistinên qezaya Seyîdsadiq kiriye. 

Şehîd Husên Mihemed beşdarî şerê Celaliye Kolwanê Soran li çiyayê Şinrwê sala 1969an, şerê Kanî Sard sala 1974an, şerê derwazeya Erbet sala 1974an, şerê Derbendîxan sala 1974an kiriye. 

Di 20ê nîsana 1974an de di encama topbarana topxaneyên rejîma wê demê ya Iraqê bo ser sengerê bergiriyê yê Hêzên Pêşmerge li çiyayê Zmnako yê nêzîkî Derbendîxan, Husên Mihemed û sê hevsengerên wî bi navên Mihemed Mam Ewel naskirî bi Heme-Sûr, Cemal Mihemed naskirî bi Cemal Hemedêzî, Rehîm Hewramî Şehîd bûne.

Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.