Husên Mihemed Ebdulla Xale, sala 1962an li gundê Bêselmênê ser bi nahiya Warmêwe ya qezaya Şarezûrê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye.

Sala 1979an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li rêxistina Sîrwan a ser bi lijneya navçeya Xaneqînê ya liqa sêyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, sala 1981ê di şerê Berde Dûkonî ya Şemîranê ya qezaya Derbendîxanê û sala 1982an şerê devera Şemîranê ya qezaya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê.

Di 6ê sibata 1982an de ligel hevsengerekî bi navê Bayer Bêrawayî dixwazin bi kelekê di rûbarê Sîrwan de li devera Şemîranê derbasî deşta Şarezûrê bibin, di navenda rûbarê de ji aliyê firokeyên Artêşa Iraqê ve tên bombekirin û li wir Şehîd bûne.