Jînenîgarî

Hisên Salih di sala 1938an de li gundê Mîrbarîyan ê nahiyeya Becîl a ser bi qezaya Akrê hatiye dinê, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Welatê Îranê bûye û li nişîngeha Babik hatiye niştecîkirin û di sala 1976an de vegeriyaye Kurdistanê. Şehîd Hisên Salih zewicî bûye û navê hevjîna wî Fatime Nasir e û xwediyê pênc kur û yek keçê bûye bi navên Mistefa, Mihemed, Kemal, Cemal, Ebdulqadir û Hena.

Xebatname

Şehîd Hisên Salih di sala 1965an de bûye Pêşmerge di Hêzên Hemrîn ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Ebdulrehîm Cesîm Fermandeyê hêzê bûye, di Şoreşa Eylûlê de beşdarî şerê Akrê, şerê Serderiyan û şerê Pîrs kiriye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Welatê Îranê bûye û di sala 1976an de vegeriyaye Kurdistanê û ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê ve hatiye dûrxistin bo xwarê Îraqê û li parêzgeha Dîwaniye hatiye niştecîkirin û di sala 1979an de vegeriyaye parêzgeha Hewlêrê.

Di sala 1980an de li bajarê Hewlêrê bûye kadroyê rêxistina Şehîdên Qendîl ku ser bi Liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û Xalid Resûl berpirsiyarê rêxistinê bûye, di heman demê de bûye Pêşmergeyê baskê Serbazî yê Liqa du bo Çalakîyên nav bajarê Hewlêrê û bi serkeftî di komek Çalakîyên taybet û giring ên nav bajarê Hewlêrê de beşdarî kiriye.

Di sala 1991an de di raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê de çek hildaye û beşdarî azadkirina qezaya Şeqlawe û qezaya Pirmam û parêzgeha Hewlêrê kiriye, di dîroka 11ê Adara 1991an de di azadkirina bajarê Hewlêrê de, di girtina qateyê Ceyş Şeibî ya Hewlêrê de fîşek bi serê Hisên Salih ketiye û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.