Jînenîgarî

Şehîd Hesen Remezan di Sala 1935 de li gundê Gopala Zirarêtî yê ser bi qezaya Şeqlawe ji dayik bûye, gundnişîn bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye lê xwendevan û nivîskarekî jêhatî bûye, li parêzgeha Kerkûkê Serbazî kiriye, Şehîd Hesen xêzandar bûye û navê xêzana wî Zuleyxa Ezîz bûye, xwediyê yek kur û yek keç bûye bi navên Xetab û Nacîye.

Xebatname

Şehîd Hesen di dema Serbaziyê de peywendî li gel Muqedem Ezîz Eqrawî çêkiriye û bi نهێنی bûye endamê rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

di Sala 1961 de bûye Pêşmerge li liqê Şehîd Reşîd Mecîd Barêkî, ku di wê demê de liqê wan ser bi betalyonê Sefînê yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, Şehîd Hesen bi sedema asta bilind di nivîsîn û xwendinê de bi fermana Reşîd Sindî bûye nivîserê liqê xwe.

di Sala 1964 de di encama topbarana çir ya debabên rejîma wê demê ya Îraqê bo ser sengerên Pêşmerge li Çiyayê Sefîn, Hesen Remezan rasterast topeke lê ketiye û Şehîd bûne, hemdem li gel wî Reşîd Mecîd Barêkî jî Şehîd bûne, paşê hevsengerên wan termên wan li goristana gundê Xoranê yê binarê Sefînê spartine axê.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.