Şehîd Hesen Îbrahîm Ebabekir, sala 1953 li gundê Rûstê li devera Balekayetî ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û karê cotyariyê kiriye, ta qonaxa seretayî xwendiye û xwedî malbat bûye.
Sala 1972 peywendî bi Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge û paşê dibe berpirsiyarê rêxistina serbazî. Beşdarî şerên Gerûyê Umeraxa û Zozik û Hindirên û Hacî Umeran kiriye. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê dibe. Sala 1981 di şerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Îranê de birîndar bûye û sala 1983 di dema çalakiyên pêşmergatiyê de ligel birayekî xwe bi navê Bekir Îbrahîm Ebabekir ku ew jî Pêşmerge bûye, li binarê çiyayê Helgurd dikeve nav boseyeka kirêgirtiyên rejîma Iraqê û navbirî birîndar dibe û tê girtin û sala 1985 li girtîgeha Ebûxerîb tê sêdare dan.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




