Şehîd Hemîd Mihemed Qadir, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bû, di sala 1978an de li gundê Kanî Janan a parêzgeha Helebceyê kete kemîna Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de, di dema bêhnvedanê de Hemîd Mihemed û pênc hevalên wî şehîd bûn.
Şehîd Hemîd Mihemed Qadir di sala 1952an de li gundê Wêskê yê ser bi nahiyeya Bamo ya parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundî bû û bi xwedîkirina ajalan re mijûl dibû. Ew zewicî bû û hevjîna wî Cemîna Fetah bû û sê kurên wan bi navên Burhan, Ebdullah û Omer hebûn.
Di sala 1977an de, bi destê Qadir Hama Salih Tagozî ku di Şoreşa Îlonê de serbazê pilebilind ê fujê çarem ê fujên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, bû Pêşmerge. Di sala 1978an de, hêzeke YNKê plan kir ku bi Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê yên li herêmê re rûnin û gotûbêj bikin, bi taybetî bi Qadir Hama Salih Tagozî re wekî fermandarekî naskirî yê wê herêmê, lê Qadir Hama Salih Tagozî fujeke Pêşmergeyan bi fermandariya Ezîz Hama Salih, birayê xwe, şand û Hemîd Mihemed Qadir Pêşmergeyê vê fujê bû.
Piştî gotûbêjkirin û xwarina şîvê li yek ji malên gund, fuja Partiyê biryar da ku li gund bimîne, lê derengê şevê, hêzên YNKê ku hejmara wan ji fuja wan zêdetir bû, êrîşî fuja Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kirin û di encamê de Hemîd Mihemed Qadir û pênc hevalên wî bi navên (Ce'fer Mehdî, Sabir Ebdulkerîm Mihemed, Mihemed Kerîm, Ezîz Gulanî û Îbrahîm Şamîranî) şehîd bûn û (Ehmed Ebdulrehman) bi giranî birîndar bû. Ezîz Hama Salih Tagozî jî ji aliyê hêzeke YNKê ve hat girtin.