Hemeseîd Emîn Mihemed nasraw bi Hemeseî Emîn Beyce, sala 1930 li gundê Tepekerûsê ser bi nahyeya Sengaw a ser bi qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û ser mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. Xêzandar bûye û xwediyê yek kur û yek keç bûye.

Hemeseîd Emîn, sala 1964 peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, li leqê Umer Mîrza ser bi batalyona 9 a Şehîd Dilşad a Hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Beşdarî şerê Çiyayê Gulanê, şerê Erebet, şerê Çiyayê Qeredax û şerê Hacî Umran kiriye. Dûcar birîndar bûye, sala 1969 di şerê Çiyayê Gulanê de birîndar bûye û sala 1974 di şerê Hacî Umran de bi dijwarî birîndar bûye û maweya sê mehan bo wergirtina çareseriyê bo welatê Îranê hatiye şandin. 

Hemeseîd Emîn di sala 1968an de pileya Serpelî wergirtiye, di piştî rêkevtina 11ê adara 1970yî de pileya Erîfî di fewca pênc a pasewanên sînor wergirtiye, sala 1974 pileya Serleqê 5 di batalyona Bemoy a Hêza Xebat wergirtiye.

Di çiriya pêşîna 1974an de piştî girtina çend rebayeyên serbazî yên rejîma wê demê ya Îraqê li Kêwe Reş a Çiyayê Zozik ji aliyê topxaneyên rejîmê ve bi dijwarî topbaran rebaye hatine kirin û Hemeseîd Emîn Şehîd bûne, ji aliyê hevsengerên xwe ve termê wî tê veguhastin bo nahyeya Xurmal û li goristana Xurmal bi xak tê spartin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.