Şehîd Hemedemîn Tahir Salih Elî, di sala 1940î de li gundê Çiwe yê ser bi Dola Balîsan ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û hevjîna wî navê wê Hemîn Mihemed e, xwediyê keç û kurekî ye bi navên Xanzad û Mistefa.
XebatnameDi sala 1971ê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, li Hêza Deşta Hewlêrê ku di wê demê de Sabir Şêx Camî fermandeyê hêzê bûye, bûye pêşmerge.
Di sala 1974an de di rûbirûbûna serbazên rêjîma Beis de ku êrîş birine ser sengerên pêşmerge li Çiyayê Şîşar, fîşek bi Hemedemîn ketiye û şehîd bûye, hevsengerên wî termê wî vediguhêzin gundê Çiwe û di dema spartina axê de firokeyên rêjîmê bordûman dikin û çend hevsengerên wî û gundnişînên Çiwe birîndar dibin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




