Hemed Elî Esed Hesen di sala 1947an de li gundê Cemesûr ê ser bi nahyeya Basirme ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldariyê bûye. Navê dayika wî Dapîr Umer bûye û navê hevjîna wî Ayiş Zade bûye û xwedî kurekî bi navê Hesen e, di sala 1969an de Şehîd bûye.
XebatnameDi sala 1965an de peywendî bi navçeya Şeqlaweyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike û di Hêza Sefîn de dibe Pêşmerge.
Di sala 1969an de bi destûreke çend rojan vedigere malê û li ser rêya gundê Cemesûr dikeve kemîna hêzeke caş û kirêgirtiyên rejîma Beis ku bi hêza Ezîz Axa Xire tê naskirin, di encamê de Şehîd dibe û piştre hêza kirêgirtî termê wî dibin gundê Cemesûr.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




