Şehîd Heme Fatîh Heme Şerîf Xwamurad, sala 1941ê li gundê Kireçneyê yê ser bi nahiyeya Sengaw a qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. 

Heme Fatîh Heme Şerîf Xwamurad, sala 1961ê peywendî bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di Liqa Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm a ser bi batalyona 9 a Germiyan a Hêza Qeredax a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. 

Sala 1963yê Heme Fatîh Heme Şerîf û komek hevsengerên xwe di batalyonê de, plana êrîşkirina ser serbazgeha bajarê Kifriyê danîne û di dema nêzîkbûna wan li Kifriyê û qatên Kifriyê, ketine kemîna serbazî ya wê demê ya Îraqê û piştî rûbirûbûneke dirêj û nemana pêdiviyên şerkirinê, Heme Fatîh Heme Şerîf û 22 hevsengerên wî Şehîd bûne, ji aliyê welatiyên Kifriyê ve û di bin çavdêriya tund a serbazî ya rejîmê de, çaleke mezin hatiye çêkirin û termê her 23 Şehîdan bi xakê hatine spartin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.