Şehîd Hemîd Hesen Şiwan, di sala 1927an de li gundê Boleyê, ku girêdayî bajarokê Sîdekanê yê parêzgeha Hewlêrê ye, ji dayik bû; gundî bû û li karê cotkariyê dixebitî, nexwendewar bû û zewicî nebû.
Di sala 1961an de bi Şoreşa Eylûlê re têkiliyê danî û di tabûra yekê de, di bin fermandeya Hacî Bêroxê, ku girêdayî hêza Balekê bû, dibe Pêşmerge. Beşdarî şerên Hendrîn, Zozik û Gorezê bû. Di sala 1966an de, bi birayê xwe Derwêş Hesen Şiwan re, ku ew jî Pêşmerge bû, li Geliyê Omer Axayê ya navçeya Diyanayê ya parêzgeha Hewlêrê, di topbarana rejîma Îraqê de şehîd bûn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediyaya Partiya Demokrat a Kurdistanê.




