Hemîd Îsa Salih di 1ê Tîrmeha sala 1957an de li gundê Derkarê Ecem li devera Sindiya ya qezaya Zaxo li parêzgeha Mûsilê ya wê demê û Duhoka niha ji dayik bûye. Di navbera salên 1957an heta sala 1980yê zarokatî û gencatiya xwe li gundê Derkarê Ecem derbas kiriye.
Sala 1964an xwendina seretayî li gundê Urdina dest pê kiriye û pola pêncê û şeşê seretayî li gundê Derkarê Ecem bi dawî aniye.
Sala 1975an xwendina navendî bi dawî aniye li gundê Bêrsivê û sala xwendinê li pola sêyê navendî rejîma Beis wekî sala xwendinê nehejmart û hilweşand û careke din li pola xwe xwend. Di 1975-1978an de her sal wekî xwendekarê yekem derçûye li ser pola xwe. Di 1970-1975an de di nav rêzên (Yekîtiya Xwendekar û Lawên Dêmokrata Kurdistanê) xebat kiriye. Di 1974an de jiyana hevjîniyê pêk aniye li gundê Derkarê Ecem. Di 1976-1981an de peywendî bi rêxistina نهێنی ya (Partiya Dêmokrata Kurdistanê) kiriye li serdema (Qiyada Muweqet) û ev çalakî encam dane:
1- Gehandina alîkarî, derman û pêdiviyan ji bo Pêşmergeyan.
2- Bestina civînên partayetî ligel endamên partiyê û lîvegerê xwe yê partayetî.
3- Wergirtin û gehandin û belavkirina belavok û namilkeyên şoreşgerî yên partiyê.
4- Wergirtin û gehandina aboneyên endamên partiyê ji endamên partiyê.
5- Wergirtin û gehandina posteyên partayetî yên rêxistinê ji endamên partiyê bo lîvegerê xwe yê partiyê.
6- Serdan û dîdarên partayetî ji bo danîna bernameyên çalakiyên partayetî ligel endamên partiyê li nav bajar û deverên rizgarbûyî.
1977-1978 wekî mamostayê xwendina nehêlana nexwendewariyê (El-Ummiye) waneyên pêşkêş kirine bo kesên nexwendewar li Derkarê Ecem.
1977-1979 bûye berpirsê rêxistineke rêxistina نهێنی ya partiyê li devera Zaxo. Sala 1978an wekî serperiştiyê daristanê li Derkarê Ecem hatiye wergirtin. Sala 1979an wekî fermanber li fermangeha karûbarên kesayetî (Nufûs) a li Batîfa hatiye wergirtin. Sala 1981ê peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye li Komîteyê.
Rêkeftî 13ê Nîsana 1981ê dayik û bav û birayê wî (Salih Îsa) hatine girtin û bo maweyeke dirêj mane girtî li Zaxo û Duhokê, çimkî li wî serdemî rejîmê kes û karên wan digirtin yên ku di nav rêzên şoreşê de bûn.
Sala 1981ê wekî kadro di xula heftê (7) ya pêgehandina kadroyan de hatiye wergirtin li baregeha Mekteba Siyasî ya partiyê li gundê Rajanê li Rojhilata Kurdistanê. Di 11ê Çiriya Pêşîn a sala 1981ê de li gorî biryara hejmar (674) a Liqa Yek bi nivîsîna hejmar (678) wekî kargêrê lijneya Zaxo hatiye destnîşankirin û di navbera salên 1981ê heta sala 1988an de beşdarî gelek çalakiyên leşkerî bûye mîna (standina rebeya Gêma li gundê Derkarê Ecem, gundê Mêrgê, gundê Darhozanê û boseya hêzên Pêşmerge li ber eskerên lîwaya Batîfa li Mela Ereb - boseyek li ber trimbêlên leşkerî li gundê Avgeniyê û dîsan bersingirtina hêzên rejîmê dema êrîş kiriye ser baregeha lijneya Zaxo li Çiyayê Spî, bersingirtina hêzên rejîmê dema êrîş dikirine ser deverên rizgarbûyî yên Kurdistanê (deverên şoreşê).
Di salên 1976-1988an de beşdarî di gelek çalakiyên partayetî kiriye li gelek deverên Kurdistanê û dema çûye xula kadroyan li Rojhilata Kurdistanê û di 28ê Tebaxa sala 1988an de di Enfalên reş de hatiye girtin ligel xêzan û hejmareke pismam û gundî û mirovên xwe û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Xêzan û zarokên wî hatine şandin bo kelha leşkerî (Qela) ya Duhokê û paşê hatine veguhastin bo Selamiyê û paşê hatine şandin bo Behirkê li Hewlêrê. Şarezayiyeke baş di nivîsîn û zimanê erebî de hebûye.
Jêder:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





