Şehîdê fermandey Ebdulqadir Hesen yê berniyas bi Hecî Qado Gravî di sala 1928an de ji malbateke kurdperwer li Dola Şehîdan (Xenokeyê) li ser sînorê Îraq û Tirkiyeyê hatiye dinyayê .
XebatnameDi sala 1958an de peywendî bi rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kir li bajarê Zaxo ligel Seyîd Salih Yusifî, di sala 1961ê de li destpêka Şoreşa Îlonêa mezin sala 1961ê ew peywendî ligel Barzanîyê nemir dike dema gihîştiye devera Zaxo, di sala 1968an de li ser fermana Barzanî yê nemir amirê hêz û pêkanîneke 150 kesî jê re tê duristkirin ji aliyê hêza Zaxo ve,
di sala 1972an de dibe cîgirê betalyona sê ya hêza Zaxo, di sala 1974an de dibe amirê betalyona çar li hêza Zaxo heta ku têkçûna Şoreşa Îlona Mezin, şehîd Hecî Qado gelek karên partayetiyê li deverê û Kurdistanê Sûriye û Tirkiyeyê encam dane, alîkariya Pêşmerge kiriye wek anîna pêdivî û cilûbergên Pêşmerge û gelek pêdiviyên din ên şoreşê bi dirêjahiya Şoreşa Îlonê.
Li sînorê leşkerê yekê de gelek caran alîkariya pêdiviyên Pêşmerge li ser hesabê xwe yê taybet dikirin, şehîdê fermandey di dirêjahiya jiyana xwe ya pêşmergatiyê de beşdarî di çendîn şeran de kiriye wek girtina Eyn Zale de roleke sereke hebûye, şerê Metîna, şerê Kurêt Gabana, şerê Siyarûspîndara, Dizê, şerên geliyê Zaxo bo çendîn caran, şerê Îbrahîm Xelîl, şerê Gewriya Emer Axa di sala 1974an de û serkirdê quweta hêza Zaxo bûye li wî şerî, têkşikandina êrîşa dijmin li gundê Herurê di sala 1977an de, şerê mezin ê Bêlmbîrê li devera Berwarî Bala di sala 1977an de û serkirdê wî şerî bûye.
Piştî têkçûna şoreşê di sala 1975an de şehîdê nemir awareyê welatê Îranê dibe û xwe nade destê dijmin, piştî derbasbûna çendîn heyvan qesta deverê dike ji bo rizgarkirina xêzana xwe ji destê dijmin û şiya vî karî encam bide xêzana xwe ber bi Îranê ve bibe, belê digihîje gundê Sêro li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji aliyê rejîma şahê gorbegor tên desteserkirin ligel xêzana wî teslîmî Îraqê dikin bo maweyê du heyvan tê desteserkirin li Hewlêrê û Duhokê û paşê tên azadkirin, careke din şehîd neçar dibe ji ber hestê xwe yê kurdayetiyê ber bi sînorê Tirkiyeyê diçe û digihîje nav rêzên Şoreşa Gulanêê di sala 1976an de û roleke here girîng di Şoreşa Gulanê de dibîne û baregeheke zor girîng li nav Kurdistanê Îraqê li gundê Gofkê de dadimezirîne û dibe serkirdeyek Şoreşa Gulanêê ta li roja 24ê Gulanê 1977an hate şehîdkirin li şerê Bêlmbîrê.
Çavkanî:Arşîvî desteyê Ensîklopîdiya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





