Jînenîgarî

Haşim Îlyas Silo yê bi navê Mehmûd Êzidî di dema 1944 de li nahyeya Baedrê ji dayik bû, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re çû Îranê, piştî çend mehan malbata xwe û birayê xwe Husên şandin Îraqê, Mehmûd Êzidî di şeva 18 li ser 19ê Tebaxa 1979an de li eniya Gareyê ji aliyê destên gemar û xwefiroş ve şehîd bû.  

Termê Şehîd di sal 1985 de bo Dergelî Kanî Mazî ya li devera Berwarî hat veguhastin, di 18ê Tebaxa 2001ê de bi merasîmeke serbazî û bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî bo Lalişê hat veguhastin, peykerê şehîdê nemir Mehmûd Êzidî li rêbendana Şêxanê ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat vekirin.  

Rûpelên têkoşînê

Şehîd Haşim Îlyas Silo yê bi navê Mehmûd Êzidî di salên destpêkê yên Şoreşa Eylûlê di sal 1963 de piştî jîneke dijwar ku di Artêşa Iraqê de derbas kiribû û perwerdeya serbazî dîtibû, tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bû û heta sal 1975 têkoşîna xwe berdewam kir, Şehîd Mehmûd bi hevalên xwe re biryar da ku sînorên Îran, Îraq û Tirkiyeyê derbas bikin û berê xwe bidin Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di dewreyên serbazî de, piştî ku hest bi nebaşbûna rewşê kirin, neçar man Sûriyeyê biterikînin û derbasî Tirkiyeyê bibin û li gundên Koyê û Quşûriyê bimînin. 

Şehîd Mehmûd bi Adil Mezûrî û hejmarek ji hevalên xwe re derbasî Kurdistanê bûn, di civîneke berfireh de li ser peravên çemê Xabûrê bi Samî Ebdulrehman û Cewher Namiq Salim û Zaim Elî û Kerîm Sincarî re destpêkirina şoreşê û biryara Rêbertiya Demkî û belavkirina belavokan ragihandin, di 3ê Adara 1976an de dest bi karê rêxistinî kirin û bi komek Pêşmerge re civiyan û peyama Barzanî gihandin wan, herwiha hejmarek rêxistinên veşartî ava kirin.

 Yekem gule di Şoreşa Eylûlê li devera Behdînanê ji aliyê fermandeyê Şehîd û hevalên wî yên têkoşer ve hat teqandin, kampa rejîma Beis kirin armanc û ji wir pêşhatên Şoreşa Gulanê dest pê kirin, piştî ku ji ber çalakiyên xwe hatin eşkerekirin, hejmarek ji hevalên wî tevlî şoreşê bûn û têkoşîna xwe di refên Pêşmerge de berdewam kirin ji bo encamdana çalakiyên xwe yên serbazî li dijî rabyayên dijmin û armanckirina kampên wan. 

Şehîd Mehmûd Êzidî di gelek şer û destanan de beşdar bû û di şerê Bêlîfkeyê de roleke berbiçav lîst ku tê de du caran bi giranî birîndar bû, ligel beşdariya wî di destana Sersinkê, destana Ceman, Dosteka û Kanî, Nisrê, Banê, Dêrelûk, Dukan, Bêlan, şerê Metîn û Gareyê.. hwd.

Gelek hunermend û helbestvanan helbest û awaz li ser qehremanî û fedakariyên şehîdê nemir Mehmûd Êzidî amade kirin, ji wan: Qadir Qaçax, Cefer Êminkî, Mehmûd, Mueyed Teyib, Ebdulrehman Mezûrî, Qadir Hesen Mesûze û Mecîd Heso, Arif Hîtû, Hişyar Rêkanî, Husên Baedrî, Jaro Dehokî, Hebîb Kelêş, tê zanîn ku her yek ji Qadir Hesen û Dr. Seîd Xudêda pirtûk li ser şehîd Mehmûd Êzidî nivîsandine.

Çavkanî: 

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.