Hazim Îsmaîl di sala 1950î de li gundê Mastawayê ser bi nahiya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û kûrêçîtiyê bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye.
XebatnameŞehîd Hazim Îsmaîl di salên 1963 û 1965an de du caran hewla bûna Pêşmerge daye lê ji ber biçûkiya temenê xwe ji aliyê Şehîd Faris Bawe fermandeyê hêza Deşta Hewlêrê ve hatiye redkirin, lê di dawiyê de di sala 1965an de wek kadroyê şaneya nihênî Partiya Dêmokrata Kurdistanê hêza Deşta Hewlêrê hatiye qebûlkirin, ku hatibû raspardin ji bo komkirina aboneyên mehane û rêberê deverê bû.
Di sala 1969an de Şehîd Hazim Îsmaîl ligel Şehîd Faris Bawe û desteyek Pêşmergeyên hêza Deşta Hewlêrê, xwestine vegerin nav gundê Mastawayê lê ketine kemîna koma Îbrahîm Ehmed - Celal Talebanî û Pêşmergeyekî desteyê Şehîd bûye û Hazim bi dijwarî birîndar bûye, piştre Hazim bi birîndarî hatiye desteserkirin û li ber mizgefta gundê Mastawayê li ber çavên tevahiya niştecihên gund gulebaran kirine û Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





