Ghezalî Îbrahîm Axa Çemê sala 1927an li gundê Çemê li nahiyeya Şêrwanê Mezin li qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye, li ser daxwaza Mistefa Barzanî ji karbidestên Yekîtiya Sovyetê di beşa çandiniyê ya zanîngeha Taşkentê de hatiye wergirtin, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, di sala 1959an de li rêveberiya çandiniyê ya Mûsilê bûye fermanber, sala 1970yî rêkeftina 11ê Adarê hat îmzekirin, navborî vegeriyaye ser karê xwe li îdareya çandiniyê ya Mûsilê, di sala 2006an de li gundê Çemê koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1943an di Şoreşa Duyemîn a Barzan 1943-1945 çek hildaye û beşdarî di çekkirina bingehên polîsên gundên Şêrwanê Mezin û Bîrekepra kiriye. Sala 1945an beşdarî şerê Meydan Morikê bûye.
11ê Çiriya Pêşîn a 1945an û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê Adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxandina Komara Kurdistanê û vegera Mistefa Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di rêkefta 19ê Nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Bazargirê bi xaka Bakurê Kurdistanê de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî li Başûrê Kurdistanê.
Piştî vegera wan, general Mistefa Barzanî di rêkefta 15ê Adara 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur (Kotol) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya hevalên Mistefa Barzanî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di meha Çiriya Paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera general Mistefa Barzanî, di 25ê Sibata 1959an de û li gor her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê Nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Di destpêka Şoreşa Eylûlê di sala 1961ê de Ghezalî Îbrahîm vegeriyaye rêza Pêşmerge û ligel Ehmed Mistefa Kanîelincî pêşmerge bûye heta rêkeftinnameya 11ê Adarê. Sala 1974an dema rejîma Îraqê li dijî gelê Kurd şer hilgirsand, ser ji nû ve vegeriyaye rêza pêşmergeyên Ehmed Mistefa Kanîelincî.
Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de, navborî derbasî kampa Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê bûye û ji wir ve hatiye veguhastin bo Şahrûd û dûre li kampa Cehrom û Şahrûd li parêzgeha Simnanê niştecî bûye.
Ghezalî di sala 1977an de bi raspardeya Îdrîs Barzanî vegeriyaye Zêweyê, ligel hêza Barzan bûye mefreze û hatine navçeyên Geliyê Reş û Barzan.
Sala 1991ê ligel hêzên hêza Barzan bi fermandeyiya doktor Seîd Ehmed beşdarî raperîn û dastana Korê bûye. Ji ber xebat û berxwedana xwe di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Demokratîk a Kurdistanê, rêrew ber bi Yekîtiya Sovyetê, her du şoreşên Eylûlê û Gulanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn û di rêkefta 20ê Îlona 2006an de li gundê Çemê koça dawî kiriye.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.





