Ev ya li ber destê te ji aliyê Seîd Kakî ve hatiye amadekirin ku di bingeh de hevpeyvînek e deh sal berê ji aliyê Kak Bêhrûzê Rehîmî ve hatiye wergerandin, lê derfet jê re çênebûye çap bike, di hevdîtinekê de ligel wî, got min jî gotarek heye derbarê şoreşa Barzaniyan ku gotûbêjek e ligel Morteza Zerbext ku bi xwe şahidê têkoşîna Barzaniyan bûye û ligel wan jiyaye, paşê got nexşeya rêwîtiyên General Barzanî jî heye, heta mamosteyek min peyda kir û navê wan gundên Barzaniyan bi wan re çûne, hemûyan ji min pirsî, min jî nexşe wek xwe danî û got tu dizanî ew rêwîtî di dema xwe de yek ji rêwîtiyên serbazî yên girîng hatiye naskirin û rezm ara [1] di dema xwe de destûr daye wek dersa serbazî di koleja serbazî de bê xwendin. Cihê gotinê ye ev gotûbêj ji aliyê Dr. Hêvîn Hîwa Ehmed Mistefa ji bo desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye şandin.

 

Hevkariya ligel General Mistefa Barzanî û çavpêketin ligel Qazî Mihemed

Ji seretayê ve Zerbext behsa hevkariya Mela Mistefa Barzanî û hevdîtina xwe ligel Qazî Mihemed kir û got: Beriya ku em ber bi gundê Sera ve bi rê bikevin Mela Mistefa serû aftamatek [2] û hinek fîşek dan me. Saet 8ê şevê ya roja 21ê mijdara 1325 (1947 zayînî) yekîneyên eskerî amadeyê çûnê bûn. Tîwayê hevalê me got: bi Melazim Heqperest re loriyek goşt û nok û lobî û nan û birinc û ... ji bo we şandine Bokan, heta beriya gihîştina we xwarineke germ bixwin. Ji vî cihî heta Bokan nêzîkî hejde kîlometre ye û hewa jî pir sar e. Piştî sê saet rêwîtî, ligel tîpê em gihîştin Bokan û «Îhsanî», îstî [3] dan. Gava em nêzîkî qela rawestiyan, Kurdan derdora yekîneya eskerî girtin û bi çepikê ji serbazan re gotin: Werin bila em we veşêrin, paşê jî em ê we rizgar bikin. Kesên yekîneya eskerî, serbaz bûn. Tîwayê hevalê me jî ti ezmûneke wî li Kurdistanê tunebû, nêrîna xwe li ser Kurdan kir û ferman da zû ji derdora yekîneyê dûr bikevin, na ez ê teqeyê li we bikim. Paşê jî, bi şêst tîreyê xwe ber bi asîman ve teqe kir. Xelk dûr ketin. Li Bokan di nava qelayê de, tîpek cîgir bûbû, Raîd «Xakzadî» fermandarê wan tîpan bû, gava em çûn nava qelayê Kurd mijûlî talankirina embaran bûn. Sindoqa teqemenî û qutiyên konsêrvê û hemû wan tiştên di nava qelayê de bûn, hildan û birin derve. Me tiştek nekir, me nizanîbû çi ye. Paşê me fêm kir fermandarê tîpa wan desteser kirine û serbazên wan çek kirine û berdayine, niha mijûlî talankirina embaran in. Kurdên Bokan Raîd «Xakzadî» - fermandarê tîpa qelaya Bokan - radestî artêşa şah kirin û li Mehabadê di dadgeheke lezgîn de îdam kirin. Paşê em efser di wê şêlûyê de ji qelayê hatin derve heta em vegerin nava tîpê, lê di rewşeke pir ecêb de me dît tu serbazek jî diyar nîne, wekî ku berf bûbin û heliyabin. Di vê bager û berdayê de Kurdên Bokan çav berdabûn çekên wan û hemûyan ew çek kiribûn. Em dîsan vegeriyan nava qelayê.

Hê di wê demê de, loriyek di nava qelayê de rawestiyabû, tenekeyên benzînê bar kiribû dibir Mehabadê. Şofêrê loriyê Neqîb Tîwa nas dikir. Jê re got: Li vir ranewestin canê we di metirsiyê de ye. Neqîb Tîwa got: Çi bikin? Got: Siwarê vê loriyê bin û em ê biçin derve. Em siwar bûn û li ser tenekeyên benzînê rûniştin û ji qelayê hatin derve.

Em bê ezmûn, ne zimanê Kurdî me dizanî, ne şareza cihê bûn û ne kesekî me nas dikir, ciwan bûn û li vê navçeyê xerîb û çarenivîsa me jî nediyar ketibû ber şalaweke karesatê. Gava em ji «Sera»yê bi rê ketin êdî xebera me ji General Mela Mistefa nema, tenê rêya ber bi rûyê me Bokan bû, lorî sibehê zû gihîşt Mehabadê. Şofêr em li tenişta çemê Mehabadê daxistin û me pirsî ji mala Qazî Mihemed kir. Heft efser bûn roja 22ê mijdara sala 1325 (1947 zayînî) em çûn Mehabadê. Îhsanî, Tîway, Erteşyar, Nîkola Markaryan, Elî Esxerî, Tewekulî û ez (Zerbext) sê kesên din jî Teferşiyan, Reîs Dana, Debaxzade ku topa wan hebû û General Mela Mistefa ew hewandibûn û anîbûn Mehabad û Nexede. Li Mehabadê mekteba Qazî Mihemed nîşanî me dan û em çûn cem wî.

Ehmedî: Her heft kesên we bi hev re çûn nava deftera Qazî Mihemed û we çav bi wî ket?

Zerbext: Belê, me silav kir; em hemû bi çek û cilûbergên efseriya firqeyê û pileya eskerî li ser milan. Qazî Mihemed bi rêz û hurmetê ve ferman da me, em jî rûniştin. Pirsî ji ku derê hatine? Me got, li Seqizê bûn ev nûçe gihîşt me - telgrafiya Pêşewerî ji bo yekîneyên eskerî - em jî hatin vir. Qazî Mihemed got: We şîv xwariye? Me got: Me şîv jî nexwariye.

Şand, nan û penîr û çaya şîrîn ji bo me anîn. Me dest bi xwarin û axaftinê kir. Me got: Çima wisa lê hat? Got: Pêrê şev - 20ê mijdarê - Pêşewerî telefonî min kir û got, ferman dane me biçin Culfa. Em jî ligel jin û zarokên xwe diçin Culfa. Hûn jî jin û zarokên xwe hildin û werin «Culfa» û ji wir jî em ê biçin Sovyetê. Qazî Mihemed got: Min jê re got: «Na, ez nayêm, li vir dimînim, her belayek bi ser neteweya min de hat, bila bi ser min de jî bê».

Qazî Mihemed, ji me pirsî, niha hûn dixwazin çi bikin? Me got: Em dilê me pê ve ye biçin Sovyetê. Çimkî rêçareyeke din a me nîne. Belê wê demê her bi xeyala me de jî nedihat ku kargêrên Sovyetê bêxewş nînin. Me wisa dizanî Sovyet, ew «behişta» sozpêdayî ye ku bi hembêza vekirî me werdigire. Tozeke guman me li Sovyet û siyaseta wê nebû. Stalîn me wek rêberê zehmetkêşên dinyayê dizanî. Di her halî de Qazî Mihemed got: Hûn di vê barûdoxê de nikarin biçin. Her ev çekên we kujerê canê we ne. Cilên we jî divê biguherin û cilên kurdî li xwe bikin. Piştî vê raspêriyê, got: Kaxezekê jî ji bo serok eşîrên kurd dinivîsim, dibe ku bi karê we bê. Kaxeza wî nivîsî, bawer dikim bi vê naverokê: «Birano! Evan efserên Azerbaycanê ne, ji bo alîkariya me hatine. Her alîkariyeke wan divê ji bo wan dabîn bikin». Heyf nizanim ew kaxeza çi lê hat. Dibe ku dîl hatibîn girtin. Kaxeza wan ji me stand an me bi xwe fetisand.

Qazî Mihemed şand cilên kurdî ji me re anîn, me jî li xwe kir. Qazî Mihemed yekî du sed tûmen pere da me. Paşê, tê gihîştim, ew mirovek bû di wê hewlûmerca de bê helçûn û bi wê taybetmendî û hêwriyê ve qebûl kir bimîne û bê kuştin, lê neteweya xwe bi tenê cî nehêle. Dema ku êrîşa artêşê bo Azerbaycanê dest pê kir, li Mehabadê ma û li gel artêşa navendî hevkariya kir heta artêş hat Mehabadê, nehîşt xwîn ji lûtê kurdekî bê, yanê ma û hevalê xwe hişt. Paşê xwe û birayê xwe û apê xwe girtin û dadgehî bûn û hatin sêdarekirin.

Aliyek Qazî Mihemed û aliyekî din Pêşewerî. Naxwazim di vê berawirdê de bibêjim Pêşewerî mirovekî xerab bû, na, ew mirovek bû baweriya wî bi palpiştiyê hebû. Paşê tê gihîşt piştên wan berdabûn û ti rêyeke wî ji bo nemabû. Her ew gotina «Qulî Of» li Tebrîzê jê re gotibû. Dema ku hatibû berevaniyê bike. Qulî Of jê re gotibû: Demjimêr heştê şevê li Acî Çay amade bin, divê biçin bo Culfa! Pêşewerî gotibû, çima? Em xebatê me kiriye, sozê me daye neteweya xwe, divê bimînin û berevaniyê bikin. «Qulî Of» li konsulxaneya Sovyetê li Tebrîzê jê re got: «Senî giyateren sene dîyirgêt.» Yanê ew kesê ku tu anîyî ji te re dibêje divê biçî. Belê her bi vê çeşnê, Pêşewerî «çekkirî» bû. Ew bi wê baweriya ku bi Sovyetê hebû, qebûl kiribû biçe.

Belê, ji xwe ve nebû di destpêka şoreşê û salvegera merga Qazî Mihemed li Mehabadê - bi wî awayê ku di rojnameyan de hatibû nivîsîn û di bîra min de ye - sed hezar kes li ser gora Qazî Mihemed kom bûn û rêz lê girtin. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê wisa palpişt û bayex peyda kir. Belê Qazî Mihemed wisa hêzeke menewî hebû. Piştî şoreşê mezintirîn meydana bajarê Mehabadê bi navê wî hat navandin. Nizanim ev nav niha jî her maye yan wan rakiriye, lê heta demekê ev meydana bi navê Qazî Mihemed bû, hikûmeta Komara Îslamî rêz lê digirt, çimkî xelk baweriya wan wisa bû, lê piştî şoreşê me dît firqeya demokrat li Azerbaycanê pê nehat. Layengirê wê nebû. Xelk êdî ew hogirî û baweriya wan bi firqeyê nemabû.

Ehmedî: Piştî Mehabadê ber bi ku ve diçûn?

Zerbext: Biryara me da ji Mehabadê biçin bo Wirmê. Di vê demê de, bi temamî ji barûdoxê Wirmê bê agah in û nizanin li wir kuşt û kuştar e û eger biçin bo wir, em jî perçe perçe dikin.

Ew roja ku ji mekteba Qazî Mihemed hatine derê û gihîştine meydana Mehabadê, Mehmûd Tewekulî got: Li simêlê Stalîn bim, em tûşî çi rojekê kirin. Gişta me bi vê gotina Mehmûd Tewekulî raçelîkîn û bi gijê de hatin û nerazîbûna xwe derbirî. Ew te çi got? Ew jî wisa bersiv da: Stalîn hat û hikûmetek damezrand, firqeyek çêkir û em ji bo vir rakêşand. Neteweyek wan her wisa beredayî kir û bi şevekê derbasî aliyê din ê rûbarê Aras bûn. Em dîsan raçelîkîn. Hêşta baweriya me li cihê xwe û dest lê nehatibû dayîn bû. Me got, carê berjewendî di vê de ye.

Ehmedî: Ev rexneya derxist Mehmûd Tewekulî baweriya wî ya berê nemabû, yan bi kêmanî wek rabirdû baweriya wî nemabû.

Zerbext: Mehmûd baweriya wî nemabû, lê nediderxist, dema ku dît em her wek rabirdû bi bawer in; êdî li hemberî me de ranedisekinî. Bîra min nayê, di awareyiyê de bû yan girtîgeha Îraqê, serpêhatiya Kambexşî ji me re gێra.

Ehmedî: Çawaniya eşkerekirina tîma efserên naskirî bi 53 kes?

Zerbext: Belê wî got: Kambexş xiyanet bi 53 kes kir û eşkere kirin û ketine dawa polîsan. Me bawer nekir. Lê Tewekulî mirovekî taybet bû, pir zû tê gihîşt.

Ehmedî: Tewekulî kesek bû di sala 1339 de (1961z) pirtûkek şîkariya pêncsed rûpelî li ser bîr û baweriyên Partiya Tûde bê navê danerê wê li derveyî welat belav kir. Lêkolînek bû di asta zanistiya rewşenbîrên siyasî yên wê demê li Îranê de.

Zerbext: Dûre di derbarê Tewekulî û bîr û bawerî û dadgehîkirina wî li dadgehê qise dikin.

Belê em ji Mehabadê ber bi Wirmê ve bi rê ketin, nîvro gihîştin, em çûn çayxaneyekê, navê cihê wê nayê bîra min, li wir me xwarina nîvro xwar. Çend siwarên kurd hatin û gotin werin em we bibin cem serokê eşîra xwe Seyîd Teha. Ew ê hay ji we hebe, heta barûdox bi aliyekî de dikeve. Em ditirsiyan ku me bibin û çekên me bistînin. Wan dizanî em ne xelkê vê derê ne. Di vê demê de loriyek li aliyê Wirmê hat û li ber çayxaneyê rawestiya. Çend çekdarên Barzanî di nav loriyê de rûniştibûn. Yek jê daxist, nasê artêşyar bû, navê wî Kak Salih bû. Ew mezinê wê tîma çekdar bû. Silav kir û got: Hûn diçin ku? Artêşyar got: Em diçin Wirmê. Got, li wir sêlava xwînê rabûye. Li Wirmê Azad Weten, berpirsê firqeya wan cin-cin kirine. Hûn bi vê rêyê neçin, gelek metirsîdar e. Li vê rêyê we digirin û we dikujin. Me got qey em çi bikin? Got: Vegerin Nexedeyê. Niha Nexede cihekî ewle ye. Hikûmeta Nexedeyê di destê me de ye. Niha biçin Nexedeyê, heta em bizanin çi dibe. Em jî me qebûl kir, çawa rêyeke me ya din tune bû. Bi rastî bûyeran em wek topa futbolê lê kiribûn. Şiyana biryardanê di me de nemabû, di wê demê de tu îradeya me tune bû. Em ketibûn cihekî xerîb û me nedizanî em çi bikin. Em siwarê wê loriyê bûn û çûn Nexedeyê. Wê şevê li Nexedeyê li çayxaneyekê man. Li wir hikûmet di destê Barzaniyan de bû. Me daxwaza çayê kir. Em westiyayî û şikestî bûn, ez û Îzet Elî Esxerî ji hemûyan şilqî-milqîtir bûn. Ji Bokanê heta Mehabadê li ser tenekeyên benzînê rûniştibûn, tenekeyên benzînê jê dirijiyan û qûnên me bi temamî birîndar kiribûn. Ev birîn di dema meşê de êş didan me û me nedikarî baş bimeşin.

Saet heşt û nîvê şevê bû, me bihîst jarçî li bajêr jar dida: «Hikm, hikmê Şêx Mihemed Sedîq Barzanî ye. Hikûmet hikûmeta nîzamî ye. Ji saet nehê şevê pê ve, hatûçû qedexe ye. Helbet bi zimanê kurdî jar dida. Bi bihîstina dengê jarçî ku li şûna dengbêjê îro bû, me hest bi ewlehiyê kir û ji ber westiyayîneke ji radeyê der, li ser sekoya çayxaneyê xew em birin.

 

Dîlên Qerepaxan

Ehmedî: Li vê navçeyê tenê eşîra Barzanî lê hebûn?

Zerbext: Na, eşîreke din jî lê hebû, tirk bûn, di dewra Efşar, yan dewra Sefewî, yan dewra din de, dûr xistibûn bo vê navçeyê bi navê eşîra Qerepax. Eşîreke bi eslê xwe tirk di navenda Kurdistanê de.

Em bi vê nihêrînê ku ev navçe gelek ewle ye û di destê Barzaniyan de ye, bi asûdeyî razan û me nobedar jî danenî.

Nîvê şevê bû, bi dengê çaxmaxê tifingê û bi fermana «Rabin ser piyan!» em hişyar bûn. Me dît çend kurd in. Helbet paşê me zanî ev ne kurd in û tenê jamaneyên kurdî li serê wan bû. Çekdaran rû bi me nîşana tifingê girtin û bi fermana destan hildin, li cihê xwe nelivin! Yek hat pêş û demançeyên me jê standin û gotin: Pêşiya me kevin! Berfeke baş dibariya, rêçikên wan bi me dan girtin û bi navê dîl, birin me mizgefta Nexedeyê. Çekdarên Qerepaxan yasawilên me bûn û ji me re gotin: Hûn bendî ne. Sibe derdikeve hûn ê çi bikin. Beriya nav mizgeftê me li ser xwe da û razan.

Ehmedî: Wê nameya Qazî Mihemed ku ji bo serok eşîran nivîsîbû, hûn wek dostên xwe nasandibûn li vir bi kar hat?

Zerbext: Ev, eşîra Qerepax bûn, kurd nebûn. Hatibûn em qolbest bikin û radestî dewletê bikin. Yek ji wan mîdalya 21ê mijdarê dabû li sîngê xwe.

Ehmedî: Ma di heyama yek sala hikûmeta Qazî Mihemed li Kurdistanê de evan alîkariya hikûmeta Qazî Mihemed nedikirin?

Zerbext: Di wê yek salê de hevkariya hikûmeta Qazî Mihemed û Firqeya Demokrat a Kurdistanê kiribûn, lê gava ku werêq hilda û geriya, pişta xwe dabûn hikûmeta navendî. Serokê eşîra Qerepax Eqîd «Teqî Borçallû» di wê yek salê de, di hikûmeta Kurdistanê de pileya eqîdî hebû.  

Belê sibe wê rojê, çekdarên Qerepaxên Nexedeyê em li dû hev rêz kirin û bi kolanan de birin mala berpirsê navçeya Nexedeyê. Berpirsê navçeyê Emîr Felahî Qerepax bû ku niha tikeya çewr bi dest xistibû da bide di kefareta wê yek sal hevkariya hikûmeta Kurdistanê, ew jî bi radestkirina me ji artêşa paşayetî re ji bo ku mîdalya pê werbigire. Piraniya serok eşîrên Kurdistanê wisa bûn, ji her ku derê bayê hatiba şên dikirin. Gava em gihîştin mala berpirsê navçeyê, li dalana mala berpirsê navçeyê em pişkinîn û pere û saet û qelem, çi dar û nedarê me hebû jê standin û gotin: Li vir bimînin heta berpirsê navçeyê berqelyana xwe dixwe û paşê we dişîne cihekî ewle! Di rê de gava em ji mizgeftê dianîn bo mala berpirsê navçeyê, çavê me bi lawikekî aşûrî bi navê Mîkaîl ket ku hevalên me nas dikirin. Pirsî, we dibin ku? Me got: Duh şev gava em razabûn li ber çayxaneyê qolbest kirine, niha jî me dibin cem berpirsê navçeyê.

Wê lawê aşûrî çû û zû nûçeya qolbestkirina me da Şêx Mihemed Sedîq, birayê Mela Mistefa. Di vê demê de ku li mala berpirsê navçeyê em di nav jûreke teng û tarî de ragirtibûn, Elî Mihemed Sedîq kurê Şêx Mihemed Sedîq bi du çekdaran ve hatin jûrê û çûn qata jor bo cem berpirsê navçeyê.

Nişkê ve şano guherî û em birin jûra mêvanan. Elî Mihemed Sedîq ji berpirsê navçeyê pirsî, çima we ev ragirtine? Berpirsê navçeyê ket perte-pertê û got: Me dixwest em wan biparêzin heta destdirêjiyê li wan nekin. Me got çi parastin? Her çi dar û nedarê me hebû, girtin. Çekên me jê kirin, em bi wan re ketin şer. Demançe û pere û kelûpelên me dan me. Nûçeya qolbestkirina me ji aliyê wê lawê aşûrî ve bû sedema rizgariya me. Ev cara sêyem bû Barzaniyan di wê hewldan û barûdoxê de ku balê bi ser navçeyê de kişandibû, canê me efserên bê ezmûn di vî welatê xerîb de ku zimanê xelkê wê me nedizanî, rizgar kiribû.

Li mala berpirsê navçeyê, ligel Elî Mihemed Sidîq hatin bo cem bavê wî. Şêx Mihemed Sidîq birayê Mela Mistefa fermandarê yekîneya Nexede bû. Em li wir man. Bo nanê nîvro şandin mala serokê şaredariyê, li wir kursî danîbûn. Di bin kursiyan de rûniştin û me nanê nîvro li wir xwar. Du sê şevan li wir man heta Teferşiyan, Reîs Dana û Debaxzade bi top û yekîneyên xwe ve ku ligel jeneral Mela Mistefa bûn, gihîştin Nexede.

Ehmedî: Çima hatina wan ewqas dirêj kişand?

Zerboxte: Ev bi fermana Mela Mistefa ji Seqizê bi rê ketibûn, di nîvê rê de berfeke zêde bariya bû, topên wan di nava berf û qirê de asê mabûn. Gelek dem derbas bû heta karîbûn topên xwe ji vê navçeyê bi hêstiran bigihînin vir. Sedema dereng hatina wan ev bû. Teferşiyan, berpirsê wan topan bû, fermandarekî rêkûpêk bû, serbazên yekîneyan razî kiribûn, heta Mehabad û Nexede ligel wan bên û li wir, di xizmeta serbazî de derbas bibin û vegerin cem malbatên xwe. Ew serbaz bûn. Teferşiyan li Nexede hinek pere bo rê da wan û şandin û kaxez jî bo wan nivîsî ku evan serbaziya xwe temam kirine.

Ehmedî: Ev serbazên firqeya demokratî ya Azerbaycanê bûn?

Zerboxte: Belê, ew serbazên ku ji Tebrîzê hatibûn nava firqeyê bo xizmeta serbazî du cure bûn, yek jê fedaî bûn ku bi vîna xwe hatibûn, yên din di çarçoveya yasaya serbaziyê de bûn. Serokê beşa serbazî ya li wir eqîd «Şefaî» ji efserên raperîna Xorasanê bû.

 

Çûyîna jeneral Mela Mistefa bo Tehranê

Êvara wê roja ku Mela Mistefa û Teferşiyan û yekîneyên wan çûbûn Nexede, eqîd Xefarî bi nûneratiya emîd Humayûnî fermandarê artêşa navçeyê, bo gotûbêj ligel jeneral Mela Mistefa hat bo Nexede û daxwaz kirin, bi mebesta danûstandin ligel berpirsên hikûmetê bê Tehranê. Jeneral Mela Mistefa hevalbend ligel eqîd Mîr Hac û eqîd Îzet Ebdullezîz du efserên kurd ên Îraqê çav bi eqîd Xefarî ketin.

Ehmedî: Mîr Hac endamê partiya komûnîst a Îraqê bû?

Zerboxte: Belê, Mîr Hac endamê partiya komûnîst a Îraqê (Hîway Kurdistan) bû. Ev di rastiyê de şêwirmendên Mela Mistefa bûn ku ji artêşa Îraqê ve pişta xwe dabûn jeneral Mela Mistefa.

Ehmedî: Di rastiyê de, armanca hikûmeta navendî ji vê vexwendinê qezenckirina demê bû, xuya ye, di wê qonaxê de bo rûbirûbûna ligel barzaniyan amadebûneke wiha wan tunebû. Lewma dixwestin bi derbaskirina demê, xwe bo tepeserkirina wan amade bikin, raya we çi ye?

Zerboxte: Wisa ye, mebesta artêşê ji vê vexwendinê, derfetek bû bo komkirina hêz û amadekarî bo tepeserkirina yekcarî ya barzaniyan. Helbet barzaniyan jî ji vê mebestê fêm kiribûn. Ew jî di bîra qezenckirina demê de bûn, çimkî jin û zarokên wan destên wan girêdabûn û dixwestin her çawa be zivistanê derbas bikin. Jeneral Mela Mistefa piştî bidestxistina razîbûna Şêx Ehmedê birayê xwe yê mezin, ku serok û rêberê ruhanî yê eşîrê bû, bi hevalbendiya eqîd Mîr Hac Akreyî û eqîd Îzet Ebdullezîz, ligel eqîd Xefarî çûn bo Tehranê bo dîtina şah û danûstandin ligel serokwezîr Ehmed Qewam (Qewamulseltene) û Rezm Ara serokê artêşê.

 

Rêpêvan ber bi Şino

Her di vê demê de, Şêx Mihemed Sidîq ku her tim ligel me dilovan bû, got: Nexede bo we cihêkî ewle nîne, lewma berjewendiya we di wê de ye biçin bo Şino ku di bin desthilata me de ye.

Dawiya meha mijdara 1325an (1947) bû em 10 efserên aware: Teferşiyan, Îhsanî, Erteşyar, Tîway, Reîs Dana, Zerboxte, Elî Esxerî; Tewekulî, Merkezîyan û Debaxzade bi du topên 75 mîlîmetrî çûn bo Şino.

Li Şino di maleke kaxil de, jûrek me bi kirê girt. Jineke bi navê Dora Bacî hebû. Jineke kurd bû, nêzîkî çar mehan, her deh kesên me di vê jûrê de dijiyan. Ev jin, nan bo me dikirî, xwarin bo me çêdikir, em jî rojane du tûmenan me dida wê bo kirê û xizmetên wê.

Helûmercên jiyanê gelek dijwar bûn. Paqijî û hemam û destav qet tunebû, spî û kêç jî zêde bûn, ciwan bûn. Eger spî hebûya, ken jî hebû.

 Rojane gelek caran em diçûn jûra encûmenê û me şêwir ligel Şêx Ehmed dikir. Li wir bi çayê mêvandariya me dikirin, eger hewa xweş bûya, Teferşiyan, Reîs Dana û Debaxzade ligel çekdarên jêhatî yên Barzanî diçûn derve û barkirin û daxistina topan û perwerdeya serbazî hînî wan dikirin.

Li Şino bûn, rojekê ciwanekî kurd ê qelew hat cem me û xwe bi navê Seîd nasand. Got ji aliyê partiya demokratî ya kurdistana Îraqê ve hatiye bo Şino heta çav bi jeneral Mela Mistefa bikeve û peyameke xweş jî ji aliyê komîteya navendî ya wê partiyê ve bo me anîbû. Ew heta destpêka şerê di navbera artêşa Îranê û barzaniyan de, 24ê reşemeha 1325an (1947), çend caran hat bo Şino û carekê ku berfeke giran bariya bû, Seîd bi zincîreçiyayên Zagrosê de, ku digot li gelek cihan heta piştê diçû nava berfê, xwe gihandibû Şino û pêncî dînarên Îraqî alîkariya partiya demokratî ya Kurdistanê bo me anî. Ciwanekî diler û azad bû. Paşê ku şerê Felestînê dest pê kir û hikûmeta nîzamî li Îraqê hat ragihandin, Seîd jî hat girtin û Elî Esxerî li girtîgeha navendî ya Bexdayê ew dîtibû.

 

Alîkarîkirina barzaniyan

Karê me jî alîkariya barzaniyan bû di karê îdarî de. Îhsanî bûbû serokê dadgeha binpêkirina yasayan. Kesekî giliyê wî hebûya, dihat ba wî. Bo nimûne: du cotyarên xelkê Şino, eger şerê wan hebûya yan kesekî dizî kiribûya, dihatin ba Îhsanî, wî jî hikmê wan dida. Hevalê me Erteşyar berpirsê gumrikê bû, yanê ew tiştên ku ji Urmiyê dihatin Şino, ji bo barzaniyan gumrik jê distand, heta bikarin pê debara xwe bikin. Ez jî bûbûm şaredarê Şino. Karê şaredariyê jî karekî wisa nebû, yanê karê avedaniyê nebû. Min nirxê tiştan datanî û dida jarçî heta bi dengekî bilind ji xelkê re ragihîne. Bo nimûne min digot îro goşt kîlo bi hestî ve ewende û bê hestî ewendeye. Nirxê kebabê min datanî bo nimûne du şîş kebab bi nanekî pênc qiran. Barzaniyan li hember van xizmetên me, rojane serû du tûmenan cîre didan me. Di wê barûdoxê dijwar de baş bû ku em sax man. Helbet rewşa barzaniyan ji ya me cuda bû. Ew bi sedema salên dirêj ên derbederî û awareyiyê, diçûne her gundekî çend guleyan ber bi asîman ve diteqandin û bi rêberiya kûxayî yan bi dilxweşiya xwe li ser malên gund de belav dibûn, xelkê gundan jî xurek û cihê xewê ji wan re peyda dikirin. Helbet piraniya cotyarên Kurdistanê di hejariyê de dijiyan û xaniyên wan ji xişta xav û qorê bûn, rêya dîwanxane û gora pez û heywanên wan bi ser hev ve bû, bi sedema hilma heywanên mezin, jûreyên wan germ dibûn, herwiha ji destê diziyên şevan ên pez û heywanan rizgar dibûn.

Van welatiyên me di wisa hejarî, nebûna jîngeheke tendurist de dijiyan, em jî bi wê bawerî û hestên xwe yên pak ve eger ji birçîna bimriyana me nedikarî xwe li ser malbatên kedkar ferz bikin. Me dixwest reftareke dadperwerane me heba û pêdiviyên xwe bi razîbûn û daxwaza xwe bikirîna. Ev barûdox nêzî sê mehan dirêj bû, heta ku artêşa Îranê roja 24ê Reşemeha 1325an (1947) êrîşa xwe li ser barzaniyan da destpêkirin.

Ehmedî: Danûstandinên Mela Mistefa Barzanî ligel hikûmeta navendî ya Tehranê û gotinên wî piştî vegera wî bo Şino çi bûn?

Zerbext: Mela Mistefa û hevalên wî nîvê duyem ê befirbarê 1325an (1947) ji Tehranê vegeriyan. Jeneral Mela Mistefa piştî vegerê, şevê efser û hinek ji serkirdeyên xwe ji bo mêvanîyekê vexwendin. Di wê mêvanîyê de, ku efserên wî û tîmek ji serkirdeyên Barzanî û em bûn. Behsa danûstandinên xwe ligel Şah, Qewamulseltene serokwezîr û Rezm Ara serokê artêşê kir û got: Em birin ji bo dîtina hêza asmanî, kargeha çêkirina teqemeniyan û cihên din ên eskerî, bi mebesta nîşandana desthilatdariya xwe ew cih nîşanî me dan. Hevdîtina me ya dawî jî ligel Şah bû. Di wê hevdîtinê de Şah got: Em amade ne li derdora Hemedanê cihêkî ewle bidin we û çandinî bikin û çekên xwe deynin û mijûlî jiyana xwe ya asayî bibin.

Jeneral Mela Mistefa got: Derbarê hatina bo Hemedanê, min got: Ev pêşniyara te qebûl e, lê dawiyê divê birayê min ê mezin Şêx Ehmed biryarê bide, çimkî ew serokê dinyayî û ruhanî yê eşîrê ye. Divê ji bo vê pêşniyarê qanî bikim. Şah qebûl kir vê karê bikim. Paşê min ji Şah re got: Heta cîbicîkirina vê pêşniyarê hinek xwarinê bidin me, çimkî malbatên me di rewşeke gelekî nebaş de dijîn. Şah got: Baş e lê bi wê şertê; hûn jî divê efserên artêşa Îranê û topên wan radestî artêşê bikin. Di bersivê de min got, qurban! Hûn nabin razî ku rûmeta eşîra Barzanî biçe û em bikevin ber barana jinav û lanetên nifşên dahatû. Danûstandinên eşîra Barzanî wisa nîne; mêvanê xwe radestî dijminê xwe bike. Amade me li şûna wan şeş efserên reviyayî, hejde kes ji kur û kurên kurên xwe bidim destê we, lê di radestkirina wan şeş efseran de divê min biborînin.

Ehmedî: Deh efser bûn ligel Mela Mistefa, çima te navê şeşan anî?

Zerbext: Mebesta me efserên reviyayî yên artêşê bûn, evan ji bilî efserên firqeyê bûn ku bi nêrîna artêşê jî, efserê reviyayî ji artêşê, wekî efser nayê nasîn.

Ehmedî: Pêşniyara (xwarinê) ya Mela Mistefa hat qebûlkirin?

Zerbext: Belê, piştî vegera Mela Mistefa ji Tehranê li gorî wê rêkeftina ku hatibû kirin, Barzanî li hember hinek ard û genim, Neqede vala kirin û navçeya di bin desthilatdariya wan de bi Şino û derdora wê sînordar bû.

Ehmedî: Mela Mistefa piştî vegera ji Tehranê, li hember egera êrîşa Îranê di zivistanê de çi kir?

Zerbext: Di wê demê de ku nêzî sê meh ji niştecihbûna barzaniyan li Şino derbas dibû, herdu aliyan karên xwe kiribûn. Artêşê dest bi amadekarî û çekdarkirina eşîra wê navçeyê kiribû ku alîgirê hikûmeta navendî bûn. Mela Mistefa jî ji bo axaftinê ligel serokê eşîra Herkî û Şikak çû bo bakur (navçeya Tergewer). Mebesta wî ew bû alîkariya wan bikin û rê bidin barzaniyan, heta ji vê navçeyê derbas bibin û xwe bigihînin navçeya bakur. Tîwayî û ez ligel Mela Mistefa heta Sîlwana çûbûn.

Ehmedî: Armanca çûna barzaniyan bo navçeya bakur û çûna ji wê navçeyê, amadekarî bû ji bo rêwîtiya ber bi Sovyetê, yan hatina bo nav axa Îraqê?

Zerbext: Mela Mistefa li ser çûna bo Sovyetê razî bû, lê birayê wî Şêx Ehmed neyar bû. Şêx Ehmed pêgeha ruhanî û serokê eşîrê bû, Mela Mistefa bê razîbûna wî nedikarî ti karekî bike. Helbet, karê serbazî û plankirina şer û hwd. hebû ku Mela Mistefa dikir, di van cure karan de şêwir ligel wî nedikir. Wî ji mêj ve nîşan dabû serdar û şervanekî baş e, lê derbarê van cure biryaran û çûna bo wisa navçeyekê, biryara dawî di destê Şêx Ehmed de bû. Em ligel çûna bo Sovyetê bûn. Mela Mistefa digot: Biçin birayê min razî bikin.

Efserên tûdeyî li dijî hev

24ê Reşemeha 1325an (1947z) pevçûnek di navbera barzaniyan û yekîneyên artêşê û eşîrên çekdar, li navçeya Tergewer rû da ku di wê pevçûnê de barzaniyan neçarî paşekişeyê bûn.

Heman rojê li Nelosê, di navbera Neqede û Şinoyê de pevçûnek qewimî ku sî kes ji barzaniyan bi piştevaniya topxaneya Tefrîşiyan karîn tîpek ji artêşê têk bibin û gelek ji wan jî dîl bigirin.

Dema ez û Tîwa vegeriyan Şinoyê, me dît nêzîkî sê sed kes dîl girtine û li mizgefta Şinoyê de girtine. Dema me lêkolîn kir, derket ku ev tîp ji Sofiyanê bi rê ketibûn, fermandarê wan Raîd Kelaşî bû. Di wê pevçûnê de birîndar bûbû, berî ku dîl bê girtin xwe kuştibû. Paşê digotin Raîd Kelaşî ji efserên hizba Tûde bûye, em wê demê agahdar nebûn.

Bi têkçûna vê tîpa artêşê, pênc efser û hivdeh pile-dar û sê sed serbaz dîl hatin girtin. Du qebze topên 75î yên çiyayî û du qebze hawen-avêj û hinek gulleyên top û hawen û kelûpelên eskerî girtin. Efser ev bûn: Neqîb pizîşk Xudadost, Stwanê yekem Kemalî fermandarê desteya topxaneyê, Stwanê yekem ê piyade Besîret, Stwanê yekem ê piyade Fatihî, Stwanê yekem ê piyade Mîrhemezeyê Ye'qûbî fermandarê tîpa hawen-avêjan.

Ehmedî: Raîd Mîrhemezeyê Ye'qûbî endamê sazmana eskerî ya hizba Tûde û ji berpirsên wê hizbê nebû?

Zerbext: Belê, endamê sazmana eskerî ya hizba Tûde bû, lê wisa dixuye di wê demê de hêj nebûbû endamê sazmanê yan jî der nedixist Tûdeyî ye.

Bi her hal, Mehmûd Tewekulî wan rêz dike û ji navçeya Nelosê tîne Şinoyê. Efser, berî ku bên girtin, cilên efserî dadikin û cilên serbazî li xwe dikin da ku neyên naskirin.

Dema em çûn mizgefta Şinoyê, efser di nav wan sê sed kesan de, nehatibûn naskirin, lê me ew naskirin. Me efser dilniya kirin, barzanî karê wan bi wan re nîne, çimkî artêşê ew şandibûn, niha dîl hatibûn girtin û bi dîlgirtiyan re jî xerab tevnedigeriyan. Tevî vê yekê jî, me dilniya kirin heta em hebin, bê xem bin. Me dilxweşî dida wan.

Di bîra min de ye, mirîşkek me kirîbû, me gelek hez ji goştê wê dikir, me da wan.

Di pêwendiya bi van dîlgirtiyan re, di bîra min de ye rojekê firokeyeke şerker a cureya Hayn li esmanê Şinoyê derket, ji wê bilindahiyê ve sernişînê firokeyê tîmek ji serbazan dibîne ku li hewşa mizgeftê kom bûbûn, firokeyê çerxek lê da û nizm bû heta gihîşt ser mizgeftê û tiştekî lûlkirî avêtin xwarê, em jî me hilda û me vekir, nameyek bû ku pîrozbahî li efser û serbazên azayên Îranê kiribû bi boneya girtina Şinoyê, navê firokevan û dîdebanê firokeyê (Neqîb Xusrewî) ku di bin nameyê de hatibû nivîsîn, di bîra min de maye. Ez wisa difikirim di vegerandina wan de, raporta vê dîtinê dabûn navenda leşkerî.

Qonaxa duyem a şerê barzaniyan û artêşa Îranê

Nêzîkî deh rojan piştî têkçûna wê tîpa artêşê - roja sêyem a Xakelêweya 1326an (1948z) tîmek siwarên hêza artêşê li şergeha bakur bi fermandariya Mlazimê yekem Îmamî ku ji aliyê grûpekê ve bi çekên şêst-tîrî yên giran piştgirî dihatin kirin bi mebesta girtina bilindahiyên Helejê, êrîş anîn vê yekeya eskerî, ji nişkê ve bêyî ku çaverê kiribin, bi dadigirsandina agirê barzaniyan re rûbirû man. Di vê kiryarê de Îmamî û sêzdeh kes ji hevsengerên wî hatin kuştin. Fermandarê tîma siwar, Stwanê duyem Hemîd Cihanbanî kurê sipasalar Emanullah Cihanbanî û panzdeh kes ji serbazên wî dîl hatin girtin û ji bo ordûgaha dîlên Şinoyê hatin şandin.

Cîh-wêrdan bi zêdetir ji 300 dîlan, parastina wan û dabînkirina xwarinê, giriftareke mezin bû ji bo barzaniyan. Roja nehem yan dehem a Xakelêwe piştî vegera me (efseran) ji bilindahiyên Sofiyanê - ku şergeha emeliyatên rojhilatê Şinoyê bû - em çûn cem Şêx Ehmed. Me pêşniyar kir ji bo kêmkirina girifta xwarinê û parastina dîlan razî bibe. Serbaz û pile-dar bên azadkirin, tenê efser bên ragirtin. Şêx Ehmed ev pêşniyar pesend kir. Serbaz û pile-dar nêzîkî şergeha Neqede hatin azadkirin.

Qonaxa dawîn a kiryara eskerî li xaka Îranê de

Jeneral Mela Mistefa li şergeha bakur bû, em li başûr. Fermandarê şergeha Şinoyê, Tefrîşiyan raspard bi yek qebze topa 75 li bilindahiyên rojavayê Sofiyanê senger bigire û bi agirê xwe piştgiriya emeliyatên barzaniyan ji bo girtina serbazgeha Sofiyanê bike. Ez di wê heyama ku bi Tefrîşiyan re bûm, hinekê fêrî top avêtinê bûbûm, Tefrîşiyan yek ji wan topên ku me girtibû, da min û bi Debaxzade û çend kes ji barzaniyan ên jêhatî ku ew jî fêrî top avêtinê bûbûn - em çûn ji bo navçeyeke bi navê Suldûz.

Eqîdê topxaneyê, Îzet Ebdul'ezîz û Mlazimê yekem Reîs Dana bi topên xwe ve, li cihên cuda yên şergehê çalak bûn, lê guvaşa artêşa Îranê, çakiya çekên wan û kelk wergirtina wan ji tank û firokeyan, barzanî rûbirûyê kêmiya xwarin, çek û teqemenî û pirsgirêka malbatên wan kiribû, van kospan neçar kiribûn gav bi gav paşekêşî bikin. Ew pêşmergeyên hatibûn şandin ji bo bereyên pêşîn ên şer, her tim di bîra malbatên xwe de bûn. Zêdegahî ji bo ragihandina bi kar û barê jiyana rojane ya malbatên xwe ji şer vedigeriyan, da bizanin çi bi serê wan hatiye. Di vê barûdoxê de, tîmeke din li şûna wan diçûne şer û her tim ev guhertin berdewam bû.

Gav bi gav bazneya dorpêçê dihat ser hev û hêzên artêşa Îranê dihatin pêş. Roja çardehem a Xakelêwe ez û Debaxzade û grûpa topxaneyê çûne Şinoyê, şev çûne mala Dorabacî û li wir me xewt - di rastiyê de, hatibûn topan li baxên Şinoyê deynin da ku berevaniyê li êrîşa artêşa Îranê bikin. Sibehê dema ji xew rabûn, me dît kes nemaye. Tenê ev topçiyên ku bi me re bûn mabûn, Şino wek bajarekî mirî lê hatibû. Kesê lê nemabû. Topa me li dawêna bilindahiyên Şinoyê li kêleka daran de daxist.

Sibeha wê rojê, me dît komek ji siwarên eşîran ku di xizmeta artêşê de bûn - ez wisa bawer dikim eşîra Mameş bûn - mijûlî derketinê ne. Di rastiyê de, artêşê ev pêş de dianîn da ku li ser çawaniya operasyonê lêkolîn bikin û piştî wergirtina agahiyan bi rêya wan, pilana êrîşê amade bikin. Piştî teqandina çend guleyan û paşvekişandin û tirsandina wan, me topa xwe xiste ser hêstiran û li quntara rojavayê bajarokê Şino ku li ser zincîreçiyayên Zerdkêw û şaxek ji Zagrosê bû, ku digihîşt sînorê Îraq, em bi çiya de derketin. Nêzîkî nîvro em gihîştin Gelaz ku gundekî biçûk e li ser sînor. Şêx Ehmed li wir bû û malbata Barzaniyan ber bi çemê Gader ve diçûn ku xeta sînorê Îran û Îraqê bû.

General Mela Mistefa li deşta Tergewer li qada şer a bakur bû. Di rastiyê de di pêvajoya operasyonê de erka paşvekişandinê li ser milê wî bû, da ku bi vî awayî malbat bi silametî bigihîjin sînor. Malbat bi kelûpelên xwe ve, di wê berf û sermaya sar de, rêyeke teng li wan bilindahiyan ji bo xwe vekirin û ber bi newala Gader ve ketin rê. Em jî bi wan re bûn. Rêwîtiya me li wê bilindahiya dijwar û berfîn a Zagrosê bi giştî yazdeh rojan kişand.

Ehmedî: Di wê rewşa dijwar de, dabînkirina xwarinê û paşvekişandina we çawa bû?

Zerbext: Di van yazdeh rojan de, ne cihek hebû ku em lê razên û ne jî xwarinek ku em ji birçîbûnê rizgar bibin. Şev û roj em li derve bûn. Me tûrbeyek ji caw çêkiribû û genimê biraştî me tê de kiribû û li şûna xwarinê me dixwar. Kurdan jî nanê sacê çêkiribûn û dixwarin, em jî bi wan re diaxivîn. Em berpirsên topavêj in û mêvanên we ne û nanê me nîne em bixwin. Jinên wan yek du nan dan me. Nîvrojekê me sifreya xwe raxistibû û mijûlî nanxwarinê bûn, êrîşa asmanî ya balafirên şer ên Hinde dest pê kir.

Şêx Ehmed bi rêya Seyîd Tehayê Geylanî serokê eşîrên Kurd ên Herkî peyam ji fermandarê artêşê re şandibû ku amade ye efserên dîl radestî artêşê bike. Bi wê şertê ku balafir bombebaranê nekin. Artêşê efser wergirtin, lê sozê xwe bi cih neanî. Wê rojê ku em mijûlî xwarina nanê nîvro bûn, balafirek li ser serê me derket. Balafir ber bi jêr ve şor bû, ev jî nîşana teqe an bombebaranê bû. Yekem car, em ji derdora sifreyê dûr ketin û em ketin nav kunên keviran. Ez û Mehmûd Tewekulî di konekî keviran de bûn. Dema balafir şor bû û rabû, min dît du bombeyên diwanzdeh kîloyî berdan. Tewekulî mijûlî rabûnê bû, min zû ew kişand, çimkî balafirê hîn karê xwe temam nekiribû. Di vê demê de, bombeyan li ser berfê ketin û teqiyan. Pîremêrekî Barzanî ku bi piyan sekinî bû, perçeyek ji bombe li serê wî ket û di cih de hat kuştin. Me ev bi çavên xwe dît. Zû em reviyan ber bi jêr ber bi keviran ve û komeke din jî ber bi jor ve reviyan. Cara duyemîn jî, bombeyan nêzîkî me teqiyan. Dîsa dubare bû. Jinek ku bi zarokê xwe re diçû, perçeyek ji bombe li destê wê ket û destê wê şor bû. Dîsa, me xwe kir nav kunên keviran. Ji bo careke din jî du bombeyên din berdan û çû.

Piştî ku balafir çû, em ji kunên keviran derketin û me Îzet Elî Esxerî dît ku perçeyek hesin çûye nav rana wî. Barzaniyan birînpêçek wan hebû wek birînpêçên li cem me. Belê ev birînpêç hat û sîxek ji tûrikê xwe derxist û kir nav rana Elî Esxerî, her çendî zivirand, nekarî perçeya hesin derbîne.

Ehmedî: Amûrên bêhşkirina çerm pê re hebûn?

Zerbext: Na, Elî Esxerî hawar û nalîn jê hat. Nedikarî bilivîne. Rana wî werimî bû û bi qasî balîfekî biçûk jê hatibû. Me wisa baş dît ku li sînorê Îraq, radestî Îraqiyan bikin da ku çareseriyê jê re bikin. Me ew siwarê hêstir kir û me da yekemîn pasgeha Îraqê heta çareseriyê jê re bikin.

Birin Bexdayê û emeliyat kirin û baş bû. Paşê me ev zanî. Piştî başbûnê, dadgeheke Bexdayê bi hinceta derbaskirina sînor, sê meh hukm dan. Piştî vê demê, ew veguhestin zindana Ebûxerîb bo cem me.

Dîsa, sibeha wê rojê jî balafirek li asman derket. Di wan rojan de ku em li qada şer bûn, balafir dihat, lê bombe û gule li cihên din li ser zeviyan berdida û karê wê bi me re tune bû. Me ji hevalên xwe re digot: Balafirvanê vê balafirê ji efserên Tûde ye. Lewma êrîşî me nake, tenê erka xwe ji ser milê xwe dike.

Roja sêyemîn a operasyona hewayî, balafirek li bilindahiyeke heft sed - heşt sed metreyî ya asman bû. Kurdên Barzanî bi radeyekê ji wê bombebarana duh hêrs bûbûn ku hemûyan teqe li vê balafirê dikirin.

Me ji hevalê xwe re got: Ji vê mesafeyê teqekirina li balafirê bêkêr e. Egerê lêketinê, yek di milyonekê de ye. Ev bi fîrodana guleyan e. Di vê demê de balafir ber bi jêr ve ji bo deşta şor bû û kesek bi parashût xwe berda. Balafir ket xwarê û bû perçeyek agir. Min got gule li cihê hestiyar ketiye û balafir ji bo wî kontrol nebûye û ketiye xwarê an balafirvan gule lê ketiye. Belê paşê ji me re derket; ku naîb zabit li cihê çavdêr rûniştibû, bi parashût xwe berdide xwarê û balafirvan jî mulazimê yekem Xulamhuseyn Nejmiyê bû ku ji hevalên me yên Tûdeyî bû.

Ehmedî: Ev vegotin beşek ji wê trajediya mezin e ku efserên rêxistina leşkerî ya partiya Tûde çawa bêyî xwesteka xwe li hemberî hev radiwestin.

Dawîn gotûbêj li gel General Mela Mistefa

Zerbext: Di dema meşê de, rojên dawî yên mayîna me li Îranê li ber çemê Gaderê derbas bûn ku xeta sînor bû. Mela Mistefa yek ji çekdarên xwe şand pey Tefrîşiyan. Tefrîşiyan berdevkê me bû. Mela Mistefa ji Tefrîşiyan re got: «Malbata min û Şêx Ehmed û komek ji pîremêr û pîrejinan vedigerin Îraqê, xwe radest dikin, lê ez û komek ji Pêşmergeyan em vê nakin û em dixwazin bi çekdarî vegerin xaka Îraqê û têkoşînê bidomînin; belkî em karekî wisa bikin ku ew kesên xwe radestî Îraqê kirin, bikaribin bên û li navçeya Barzan bijîn. Hûn amade ne di vê şerê de li xaka Îraqê bi me re bên? Tefrîşiyan got: «Rêyeke me ya din nîne, hûn herin kû derê, em jî bi we re ne.» Mela Mistefa got: «Em bi rêya mirinê de diçin. Parçeyek nanê me hebe, em ê bi hev re bixwin. Mirin û jiyana me dê bi hev re be.» Tefrîşiyan got: «Axayê Barzanî! Heya niha ne wisa bûye? Em bi dilxweşiyeke mezin pêşwaziya vê pêşniyarê dikin.» Mela Mistefa û hevalên wî xwestin bi çekdarî bikevin nav xaka Îraqê. Digotin: Em ê bibin «eşqiya». Peyveke erebî bi kar dianîn ku tam wateya peyva yaxî didaya.

Ehmedî: Di fermandariya Tefrîşiyan de di şerê bi topan de, li nav xaka Îraqê jî sûd jê hat wergirtin?

Zerbext: Nedibû em topan bi xwe re bibin. Top giran bûn û diviyabû bi hêstiran bibin. Tenê bi çekên sivik em ketin nav xaka Îraqê. Tefrîşiyan topan ji kar xist da ku artêşa Îranê, nikaribe sûdê jê werbigire.

Em hemûyan pêşwaziya vê pêşniyara jênêral Mela Mistefa kir, bêguman li Îranê em ê bihatana îdamkirin.

Îraq jî di bin desthilata Brîtanyayê de bû. baweriya me pê nedibû, me dizanibû ku ew ê me radestî dewleta Şamê bikin.

Roja 25ê Xakelêweya 1325 (1947) hemû malbata Barzaniyan ji pira sînorê Gaderê derbas bûn û xwe radestî Îraqê kirin, Mela Mistefa ji me re got: «Ez bawer dikim hûn ê li Îraqê bibin penaber. Yasaya Îraqê Piştevanî li we dike, ew nikarin we radest bikin, çimkî we li Îraqê tu tawanek nekiriye, lê rewşa me ji ya we cuda ye. Em li sê Welatan bi îdamê hatine mehkûmkirin, çimkî em bi artêşa Îraq û Îran û Tirkiyeyê re şer dikin. Bi raya min baş e hûn biçin li Îraqê bibin penaber.

Piştî bihîstina van gotinên jênêral Mela Mistefa, me hat û bi hev re axivî û me bi başî dît ku em vî karî nekin û li pey wan biçin.

Êvara wê rojê, jênêral Mela Mistefa û pêncsed kes ji hevalên wî li ser bilindahiyên bakurê newala Gaderê serketin. Em jî li pey wan çûn.

Ehmedî: Sedema guhertina baweriya Mela Mistefa di rûniştina duyemîn de ku pêşniyar kir, biçin û ji dewleta Îraqê daxwaza penaberiya siyasî bikin, çi bû?

Zerbext: Em di wê rojê de gihîştin vê yekê ku yekem, êdî ji aliyê Serbazî ve ew giringiya berê me ji bo Barzaniyan nîne. Çimkî me topan ji kar xist û me tune kirin. Di pêgeha çerîkî de jî bi qasî çekdarên Barzanî giringiya me nebû, di rastiyê de me destê wan digirt. Sêyem, mohra komunîst li eniya me bû, her ev jî dibû sedem ku pêgeha jênêral Mela Mistefa di egera danûstandina bi dewleta Îraqê re - ku destnîşankiriyê Brîtanyayê bû - lawaz bike. Eger rêkeftinek bi dewleta Îraqê re bihata kirin, neçar bû me radestî dewleta Îraqê bike. Ev jî berevajî dab û nerîtên eşîra Barzan û Piştevanîkirina ji penaberan bû ku penah bi wan dianîn.

Ehmedî: Ev pirs li cem min serî hildide, jênêral Mela Mistefa ku dixwest bibe penaber li Sovyetê û her wisa jî kir, bi taybetî ku li cem we ev pêşniyar jî jê re hatibû kirin. Çima pêşniyar kir hûn li Îraqê bibin penaber?

Zerbext: Di wê demê de Mela Mistefa biryar nedabû biçe Sovyetê. Hewl dida di wê demê de, pêgeha xwe li Îraqê xurt bike heya bikaribin bi dewleta Îraqê re danûstandinê bikin ku têgihişt di vî warî de serkeftî nabe û xiyanetê lê dikin û di metirsiyê de ne, nêzîkî mehek û çend rojan piştî wê, neçar bûn bi meşekê bigihîjin Sovyetê.

Belê her wisa ku min got, wê rojê êvarê em li pey wan çûn. Wê şevê Tefrîşiyan tayê wî hebû, mijûl bû dişewitî. Şeveke sar bû û em gihîştin cihê reşmalên Herkiyan. Me li her derê dinêrî agirek lê pê ketibû û tijî mirov bû, lê me cihê xwe nedît. Şêx Silêman mamê jênêral Mela Mistefa ku şêwirmendê siyasî bû, me dît û me jê re got Tefrîşiyan nexweş e û tayê wî heye. Wê şevê her çawa bû me Tefrîşiyan di wê berf û sermayê de xist nav konekî û em bi xwe heya sibehê ji ber sermayê lerizîn.

Daxwaza penaberiya siyasî li Îraqê

Di tarî û ronahiya sibehê de, me rûniştineke saz kir, me bi başî dît ku li şûna metirsiya xwe radestkirina Îranê, daxwaza penaberiya siyasî li Îraqê bikin.

Her wê rojê, em ber bi newala Gaderê ve şore bûn. Tîwa ku pileya rayîdî hebû bi nûneratiya komê em şandin ji bo peywendiyê bi sînorê Îraqê re. Rayîdê Îraqî daxwaza me bi telegrafê ji wezareta navxwe re ragihand. Piştî çend saetan, bersiv bi vî awayî bû: «Daxwaza penaberiya efserên Îranî tê qebûlkirin û li gorî yasayê tevger li gel wan tê kirin. Wajo: Wezîrê navxwe Salih Ceber»

Roja 26ê Xakelêweya 1325 (1947) me çekên xwe dan pasgeha sînorê Îraqê û bi daxwaza penaberiya siyasî, me xwe spart çarenivîseke nediyar. Di wê demê de Nûrî Seîd serokwezîrê Îraqê û Salih Ceber wezîrê navxwe bû. Paşê Salih Ceber bû serokwezîr û Nûrî Seîd jî li pişt perdeyê bû.

Paşê em bi rêz ve birin ji bo yekem pasgeha cendirmeyan, şev me li wir xewt. Sibehê wê rojê du kesên ku kelepçe li me kirin û anîn me ji bo cihê bi navê Bapştiyan ku serbazgeheke eskerî bû. Ji wir ve siwarî seyarê kirin û anîn me ji bo Kerkûkê.

Li Kerkûkê jî bi şemendefêrê ku kelepçeyên wan bi kursiyên şemendefêrê ve girêdabûn, birin me ji bo Bexdayê ji bo girtîgehê.

Meşa jênêral Mela Mistefa û Pêşmergeyên wî ji bo Sovyetê

Ehmedî: Roja 26ê Xakelêweya 1325 (1947z) çarenivîsa we deh efser û Şêx Ehmed û beşek ji Barzaniyan ku xwe radestî dewleta Îraqê kirin û çarenivîsa jênêral Mela Mistefa û hevalên wî, her yek bi awayekî bû. Dibe, hûn bibêjin paşê agahiya we ji çarenivîsa wan hebû?

Zerbext: Belê, ez ê bi kurtî ji we re bibêjim. Şêx Ehmedê Barzanî piştî ku xwe radestî dewleta Îraqê kir, heta sala 1958an li Bexda û Besrayê girtî bû û dema ku Ebdulkerîm Qasim derbeya leşkerî kir, hat berdan. Helbet girtîgeh, xaniyek bû ku hatibû kirin girtîgeh. Birayê wî Şêx Mihemed Sedîq, Heme Aẍayê Mêrgesorî û malbatên wan li kampa Mûsil û Kerkûkê di bin çavdêriyê de bûn. Çar efserên Îraqî yên ku bi Şêx Ehmed re xwe radest kiribûn, yanî Eqîdê Stad Îzet Ebdullezîz, Raîd Mistefa Xoşnav, Neqîb Xêrûlla Baban, Mlazim Mihemed Mehmûd, piştî dadgehkirinê, hatin îdamkirin. Derbarê Jenerel Mela Mistefa û hevalên wî yên ku çûn Sovyetê, paşê min hin belge bi dest xistin, di pirtûkekê de belav dikim.

Ehmedî: Karekî balkêş e, hêvîdar im bigihîje ber destê xwendevanan, helbet min hin tiştên giştî ji Xenî Bûlûryan bihîst.

Zerbext: Ji çend aliyan ve, min karê xwe dest pê kir. Komkirina rojnameyan, bi rêya belge û vegotina hin kesan û belgeyên dewletê. Bo nimûne: bi rêya malbata Sertîp Wesûqî ku paşê bû sipahsalar û wezîrê şer. Ew endamê komîsyonekê bû ku di pirsgirêka revîna barzaniyan de lêkolîn dikir ku çawa karîn bi ser hemû astengiyan de serbikevin û ji Arasê derbas bibin. Endamên vê komîsyonê ev bûn: Sipahsalar Şabextî, Serleşker Xosrewanî, Sertîp Wesûq û Sertîp Gurzen. Raporên Serleşker Homayûnî ku fermandarê hêzê bû li navçeyê û raporên Eqîd Fîrûzî serokê navenda wê hêzê bû, ketin destê min. Piştî van jî, li Ezîmiyeya Kerecê komek ji barzaniyan hebûn, min bi du kesên wan re hevpeyvîn kir.

Ehmedî: Yanî te ev kar di van salên dawî de kir û te ev rêk xist?

Zerbext: Belê, sala 1372 (1994 z) yanî du sal berê ku di wê demê de 48 sal derbas dibe. Me bi du kesên wan re hevpeyvîn kir, yek ji wan Pêşmergeyek bû, wê demê 18 salî bû bi navê Kazim Şanedery, niha 66 salî ye. Yê din jî Kake Hesomîrxan xortekî 23-24 salî bû, niha nêzî 70 salî ye. Niha kurteyek ji wê meşê ji we re dibêjim:

Barzanî di wê demê de li gorî lîsteya min, 502 kes bûn. Di pêş de diçin xaka Îraqê û navçeya Barzan û belav dibin. Ti şer û pevçûneke wan bi hêzên sînorî yên artêşa Îraqê re nabe. Jenerel Mela Mistefa li bendê bûye heta bizanibe îraqî çi dikin. Ji aliyê artêşa Îraqê ve tên û pêwendiyê bi wî re datînin. Tew du kes ji barzaniyan ku bi Şêx Ehmed re xwe radestî dewleta Îraqê kiribûn, bi xwe re tînin. Hatibûn bizanibin çekdarên Jenerel Mela Mistefa çend nefer in. Di rastiyê de dixwestin wan binirxînin.

Piştî derbasbûna mehekê, Jenerel Mela Mistefa dorpêç dibe û dizane bi wê çek û teqemeniyên kêm, nikare li ber xwe bide û Şêx Ehmed di girtîgehê de ye, bi xwe rasterast derbarê van 502 kesan de biryar dide ber bi Sovyetê ve bi rê kevin. Evan li gundê Bêdav [duyê Cozerdanê 1325] (1947 z) li sînorê Îraq û Tirkiyeyê derbasî xaka Tirkiyeyê dibin, paşê tên xaka Îranê û li Kurdistana Îranê, diçin gundê Cêrmî. Di vê meşê de bi bilindahiyan, rûbaran û çiyayên berfîn û bi çêkirina pêpelûkên berfê li kûdistanên Tirkiyeyê, tên xaka Îranê [şeşê Cozerdanê 1325] (1947 z).

Artêşa Îranê dizane barzanî çekdarane hatine xaka Îranê, ji navenda artêşê ve ferman didin li sê navçeyên cuda cuda li beramberî wan xeta berevaniyê saz bikin. Girîngtirîn navçeya sazkirina xeta berevaniyê li Qutûr Çay bû. Fermandarên artêşa Îranê li navçeyê hêzên xwe belav kiribûn da ku li cihekî rastî êrîşa barzaniyan neyên. Çimkî berê derba barzaniyan xwaribûn. Artêş heta tê sekinandin, barzanî ji şîv û geliyan derbas dibin. Bi roj di bin kevirên mezin de xwe vedişartin, da ku hêza asmanî wan nebîne û bikarin bi şev berdewamî bidin meşa xwe. Deh kesên wan birîndar bûbûn. Bi darê meyt ji vî gundî bo wî gundî dibirin. Li cihekî bi navê Şût [Cozerdanê 1325] (1947 z) bi artêşa Îranê re dikevin pevçûnan û nêzî sî-çil kes ji artêşa Îranê tên kuştin. Barzanî wê pira digirin û şevan ji wir derbas dibin û digihîjin gundekî bi navê Hasûn. Sê rojên din digihîjin rûbarê Aras, sînorê avî yê Îran û Sovyetê.

Neqîb Mîrhac di bîra çêkirina xîveyan de bû ji çermê bizinan; xîveyan bi ba tije dikin û pê derbas dibin û bi sînorparêzên Sovyetê re pêwendiyê datînin, Moskow jî ji wan re radigihîne em nikarin di derbaskirina we ya rûbarê de tu cure alîkariyekê bidin we; lê eger hûn bi xwe derbas bûn, wê demê tu astengî li beramberî we nîne ji bo hatina nav xaka Sovyetê.

Di pêş de Mîrhac û du kesên din derbas dibin, paşê kesên din û li dû hemûyan Mela Mistefa derbas dibe.

 

 

  •  Murteza Zerbext sala 1300ê hetawî (1922 z) di malbateke xizandar a Tehranê de ji dayik bû. Xwendina seretayî û navendî li dibistana nîzam temam kir û sala 1319ê hetawî (1941 z) çû zanîngeha efserî ya beşa firokevanî. Rezberê sala 1321ê hetawî (1943 z) bi pileya stwanê duyem, zanîngeh temam kir û bû fermanberê hêza firokevanî ya Îsfehanê.

Xakelêweya sala 1325an (1947 z) bi pileye bilindtir û ji ber ku hikûmeta demokratîk a Azerbaycanê pêwîstiya wê bi firokeyan hebû, cîbicîkirina vî erkî girt ser xwe û bi stwanê yekem Elî Cûdî bi du firokeyên şerker ber bi Azerbaycanê ve firiyan û tevlî hikûmeta demokratîk a Azerbaycanê bûn û hêza asmanî ya quşûnê firqeyê damezrandin.

Di 19ê sermawezê ya sala 1325an (1947an) de ji bo erkekî ku jê re hatibû spartin, ew bi xwe û du hevalên xwe yên pîlot diçin Seqizê û li wir nûçeya rûxandina hikûmeta Azerbaycanê û revîna Ceferê Pêşewerî dibihîzin. Ji wê rojê ve (19/9/1325) (1947), çarenûsa wî û neh kesên din ji efserên revîyayî, bi Barzaniyan û rêberê siyasî û leşkerî yê wan, yanî general Mela Mistefa Barzanî ve tê girêdan û ji bo heyama çar meh û nîvan li derdora navçeya Şino û bilindahiyên sînorê Zagrosê li gel Barzaniyan rûbirûyê artêşa tijî çek a Îranê dibin. Paşê bi neçarî li Îraqê dibe penaber û heyama sê salan li girtîgehên Bexda û Samerayê tê girtin û di Xakelêweya 1329an (1951) de li sînorê Xusrewî radestî sînorparêzên Îranî dikin.

 

[1] Hacî Elî Rezm Ara, general û kesayetiyekî siyasî û Wazîrê şahê Îranê bû, herwiha destê wî di tepeserkirina şoreşa Simkoyê Şikak de hebû, paşê ji aliyê Xelîl Tehemaspî yek ji endamên koma (Fedaîyên Îslamê) ve tê terorkirin.

[2] Aftamat çekeke rûsî ye bi şêweyê Ûzî ku fîşekdana wê wek şeytanokê ye.

[3] Daxistin