Fetah Kerîm Mihemed nasraw bi Fetah Hemewendî, sala 1945 li gundê Xaldanê ser bi qezaya Çemçemalê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyarî û ajeldarî bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye û ji bo debara jiyana xwe berê xwe daye Bazyanê û mijûlî kasibiya nav bazarê bûye.
Fetah Hemewendî, di 1ê çiriya pêşîn a 1967 peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê kiriye û li batalyona 10 bi fermandeyiya Mam Kerîm Şakir Menmî, ser bi hêza Kerkûkê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye pêşmerge, du caran birîndar bûye di rûbirûbûna leşkerî ya Iraqê ya wê demê, sala 1969 li Derbendê Bazyanê, sala 1974 li gundê Qabî Ker li binarê çiyayê Surdaşê.
Fetah Hemewendî di sala 1974 li gel desteyek hevsengerên xwe li gundê Bî Bî Cek li nêzî Bazyanê ketine kemîna leşkerî ya Iraqê ya wê demê û piştî rûbirûbûnê, Fetah Hemewendî şehîd bûye û termê wî ji aliyê serbazên Iraqê ve hatiye birin û yek ji wan şehîdan e ku gorê wî nediyar e.
Çavkanî:1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





