Ferhad Resûl, di sala 1946an de li gundê Teterawe ya ser bi qezaya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, ji bo xwendina qonaxa seretayî berê xwe daye gundê Dolê Dize ya hevsînorê gundê wan û li wir ew qonax temam kiriye, zewicî bûye û xwediyê kurekî bûye. 

Ferhad Resûl di sala 1968an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di batalyona Ehmedê Hacî Elî ya ser bi hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Di sala 1969an de beşdarî şerê Sê Qûçan û şerê Çiyayê Sefîn û di sala 1974an de şerê Herîr û şerê Çiyayê Korêk û şerê Wertê kiriye. 

Ferhad Resûl, du caran birîndar bûye, di sala 1969an de di şerê Sê Qûçan a nêzîkî devera Şêrawa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ku rûbirûbûnek bûye li gel caşên dijî şoreşa gelê Kurd, 

di sala 1974an de di şerê Zînî Wertê de ku berevanîkirin bûye li hember êrîşa leşkerî ya Artêşa Iraqê bo ser sengerên Hêzên Pêşmerge. Piştî birîndarbûna xwe li baregeha li binarê çiyayê Wertê maye ji bo wergirtina çareseriya birîna xwe, lê ji aliyê firokeyên rejîma wê demê ya Îraqê ve bi dijwarî baregeh û sengerên Hêzên Pêşmerge hatine bordûmankirin û Ferhad Resûl ketiye ber bordûmanê û Şehîd bûne, paşê hevsengerên wî li heman çiyayê Wertê spartine axê. 

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.