Şehîd Feqê Resûl Rostem di sala 1963yan de li nahiyeya Qeladizê ya ser bi qezaya Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, rûniştvanê Qeladizê bûye, Feqê Resûl xêzandar bûye û li axa awareyî ya welatê Îranê zewiciye li gel Nesrîn Şerîf ku rehên wê vedigerin ser welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, herwiha xwediyê kurek û du keçan bûye.
Bavê wî bi navê Resûl Rostem di destana Kêwereş a Şoreşa Eylûlê de di sala 1974an de Şehîd bûye, herwiha bi sedema bordûmana firokeyên rejîma Be's li ser nişîngeha Zêwê ya li welatê Îranê di sala 1985an de du birayên wî bi navên Merîwan Resûl û Şoreş Resûl Şehîd bûne û xwişkeke wî bi navê Pîroz Resûl bi giranî birîndar bûye. Herwiha heta niha jî malbata Feqê Resûl venegeriyane û li bajarê Serdeştê yê welatê Îranê niştecî bûne.
Di sala 1984an de peywendî bi Şoreşa Gulanê dike û dibe Pêşmerge di hêza Pişder a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ku di wê demê de Feqê Weso fermandeyê wê bûye.
Feqê Resûl beşdariya çalak hebûye di çalakiyên mefrezeyên partîzanî yên devera Pişder û Betwên,
di sala 1988an de ji bo çalakiyeke partîzanî û civîneke şaneyeke nihênî vegeriyaye Qeladizê, piştî temamkirina karên xwe û vegera bo welatê Îranê, li ser sînor ketiye kemîna serbazên rejîma Be's û bi komek belgeyên şoreşê hatiye girtin û veguhastine girtîgeha Ebûẍrêb, piştî du mehan ji girtina wî di 13ê Nîsana 1988an de bi biryara dadgeha rejîma Be's hatiye sêdarekirin û Şehîd bûye. Herwiha yek ji wan Şehîdan e ku gora wî ne diyar e.
Belgeya sêdarekirina Şehîd Feqê Resûl Rostem:
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




