Şehîd Fayiq Mahir Mîrzaxa, nasraw bi Fayiq Ergoşî, sala 1947an li gundê Ergoş ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye, sala 1988an awareyî welatê Îranê bûye, sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Sala 1961ê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî şeran bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961-1975) li devera Mizûrî maye, sala 1978an awareyî ser sînorê Bakurê Kurdistanê bûye, sala 1979an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1981ê vegeriyaye ser zêdê xwe ku wê demê navçe, navçeya azadkirî ya bin destê şoreşê bû. Sala 1988an beşdarî dastana Xwakurkê li devera Sîdekan bûye.
Sala 1991ê beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê bûye û peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di hêza Barzan de bûye Pêşmerge.
Roja 14ê Çiriya Pêşîn a 1995an li gundê Mêroz a devera Mizûrî ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd tê kirin û termê wî li goristana Zulfeqar a bajarokê Herîrê tê spartin axê.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





