Fatîh Enwer Wadî di sala 1948 li gundê Hesarê yê ser bi nahiyeya Şwan a parêzgeha Kerkûkê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye.
Sala 1965 peywendî bi Şoreşa Eylûlê dike û dibe Pêşmerge di betalyona du ya Axcelerê ya ser bi Hêzên Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi fermandeyiya Hacî Şêx Qadir.
Di Şoreşa Eylûlê de beşdarî şerên Çemçemalê, şerê Şwanê, şerê Tebe Kurê kiriye.
Sala 1968 Fatîh li gel çend hevsengerên xwe li derwazeya bajarê Çemçemalê ketine kemîna serbazî ya wê demê ya Îraqê, piştî çêbûna rûbirûbûnê di navbera wan de Fatîh Şehîd bûne û hevsengerekî wî bi navê Ehmed Elî bi dijwarî birîndar bûye û hevsengerên wî bi birîndarî Ehmed Elî rizgar kirine, lê termê Fatîh li cih maye û ketiye destê serbazên Îraqê, paşê ji aliyê serbazên wê demê yên Îraqê ve termê Fatîh bi otomobîlê rakêşane nava Çemçemalê, Fatîh Enwer yek ji wan Şehîdan e ku gorê wî nediyar e.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




