Efser û sîyasetmedar, Ezet Ebdullezîz Ebdulletîf Mehmûd Kettanî, sala 1939 endamê Komeleya Darker û endamê Partî Hîwa bûye, sala 1944 ji alîyê hikûmeta Îraqê ve wek efserê peywendî li gel Şoreşa Eylûlê li navçeya Blê hatîye destnîşankirin, ji beşdarên Şoreşa Eylûlê (1943-1945) ye, sala 1945 di desteya damezrênerê Lîjneya Azadîyê de ye, heman sal berpirsiyarê bereya berevanîya Şoreşa Eylûlê bûye li bereya rojava (Amêdî), sala 1946 ji beşdarên Komara Dêmokrata Kurdistanê ye li bajarê Mehabadê bi pileya serheng (eqîd rokn), heman sal endamê desteya damezrênerê Partiya Dêmokrat a Kurd e ( Partiya Dêmokrata Kurdistanê).

Jîyanname

Ezet Ebdullezîz, di sala 1912 li bajarê Amêdî ser bi parêzgeha Mûsilê ya wê demê û Dihokê ya niha hatîye dinê, xwendina seretayî û dwanawendî li bajarê Amêdî temam kirîye û di sala 1935 çûye kolêja serbazî ya Bexdayê û bi pileya cîdar (mûlazim) dawî pê anîye, sala 1943 bi pileya pêşrew (raîd rokn) li kolêja erkan di beşê topxaneyê de derçûye, di beşê topxaneya serbazgehên Bexda û Mûsilê xizmet kirîye, sala 1939 di Komeleya Darker û piştî damezrandinê çûye nava rêzên Partî Hîwa û ji endamên çalakên wê bûye li Dihok û Mûsilê.

Xebatname

Sala 1944 ji alîyê hikûmeta paşayetî ya Îraqê û di dema danûstandin li gel Şoreşa Eylûlê de wek efserê peywendî li navçeya Blê hatîye destnîşankirin, heman sal peywendî bi rêza şoreşgêrên Şoreşa Eylûlê dike, 1945 di desteya damezrênerê Lîjneya Azadî bi serokatîya Mistefa Barzanî (1903-1979) bûye, seretaya meha adara sala 1945 di civîna Lîjneya Azadî de Ezet Ebdullezîz wek fermandeyê bereya berevanîya rojava û Amêdîyê tê destnîşankirin, nîsana 1945 endamê lîjneya gotûbêjê li gel hikûmeta paşayetî ya Îraqê û karbidestên îngilîz (Brîtanya) li Îraqê bûye, 30ê nîsana 1945 Lîjneya Azadî li ser daxwaza hikûmeta paşayetî ya Îraqê ji bo xwe dûrxistin ji pêkdan û şer biryara vegeranê da bo nava artêşa Îraqê, di 7ê gulanê ya heman salê û piştî vegerana bo nava artêşa paşayetî ya Îraqê bi sedema beşdarîya di şoreşê de hatîye Dadgeha Serbazî lê karî xwe derbaz bike û careke din hatîye Barzan û di 19ê tebaxa 1945 Dadgeha Serbazî bi sedema beşdarîkirina wî di Şoreşa Eylûlê de û di dadgeha paşemilê de biryara destbiserdagirtina hemû milk û malê veguhêzbar û neveguhêzbar û sêdaredanê ji bo wî derxist.

Di 11ê çirîya pêşîn a 1945 piştî dawîhatina Şoreşa Eylûlê awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, bi biryara serkirdayetîyê û piştî damezrandina Komara Dêmokrat li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabadê pileya wî hatîye bilindkirin bo serheng (eqîd rokn), ji beşdarên şerê berevanîkirinê li Komara Kurdistanê ye heta vegerana wî bo Îraqê di 15ê nîsana 1947 û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê li sînorê Gader xwe radestî hikûmeta Îraqê kirîye, sereta li gel 3 ji hevalên din birine bajarê Hewlêrê û paşê bo bendîxaneya navendî ya Bexdayê hatine veguhastin û di dadgeheke sexte de heman cezayê berê li ser wan sepandin û herçend gelek ji kesayetîyên Kurd li Kurdistanê ji bo guhertin û sivikkirina vî biryarî rûyê xwe kirine Bexdayê lê sûda wê nebû û rojek piştî derbazbûna Mistefa Barzanî û gihîştina wî bi axa Yekîtîya Sovyetê di navenda bendîxaneya Bexdayê de û li ber çavên zîndanîyên Kurd bi dengê hûtaf û sirûdên kurdayetîyê ber bi sêdaredanê çû û di 19ê hezîrana 1947 hatîye sêdaredan, termê wî birine cihê jidayikbûna wî û li Kaniya Sinjê nêzîk Amêdîyê hatîye xaksipartin, Faîq Bêkes (1905-1948) hozanvanê Kurd ji bo bîranîna her çar efserên Kurd helbesta qewmî ya Kurd honaye, hozanvanê mezinê Kurd Tewfîq (1867-1950) helbesta kostê nû honaye, nûçeya sêdaredana wî li radyoya Bexdayê belav kirine, ew roj wek roja Şehîdan hatîye navzedkirin.

Çavkanî:

1. Arşîva desteya ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.