Şehîd Eyûb Mihemed, sala 1969an li gundê Ergoş nahyeya Şêrwanê Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1978an awareyê welatê Îranê bûye,

Sala 1981ê peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kiriye û di heman salê de peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye. Sala 1985an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge. Sala 1988an beşdarî dastana Xwakurkê bûye.
Sala 1995an di şerê navxweyî de li Rewandizê şehîd hatiye kirin û li goristana Zulfiqar li bajarokê Herîrê bi axê hatiye spartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.